Li Kobanê çalakiya li dijî qetilkirina Denîz Poyraz

  • 15:49 19 Hezîran 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Endamên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir û gotin: "Di serdema Erdogan de rêjeya sûcên li dijî jinan zêde bûye. Denîz ne ya yeke û ne jî ya dawiyê ye. Beriya wê jî Zehra, Hevrîn, Seîda û Hind û gelek têkoşer hatin qetil kirin.”
 
Derbarê qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Denîz Poyraz de çalakiyên şermezarkirinê tên li darxistin  Meclîsa Rêveberiya Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê qetilkirina Denîz şermezar kir. Daxuyanî li navenda Meclisa Rêveber a Kobanê hat dayîn û daxuyanî ji aliyê cîgira seroka Desteya Jinan a herêma Firatê Rozîn Mihemed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Qetilkirina Denîz Poyraz û tundiya li dijî jinan li cîhanê şermezar dikin. Em bang li hikûmet, îqtîdar û rêxistinên hiqûqî yên têkildarî parastina mafên mirovan dikin ku mafê jiyanê bêyî cudahiya etnîk, olî û neteweyî misoger bikin. Dewleta Tirk zimanê kurdî, cil û bergên kurdî û heta navên kurdî qedexe dike. Kurdan ji warên wan dide koçberkirin û gundên wan dişewitîne. Sûcên dewleta Tirk ên li dijî Gelê Kurd li Tirkiye berdewam in bi taybet li dijî jinan ku rastî hemû cureyên tundiyê tê.
 
Di serdema Erdogan de rêjeya sûcên li dijî jinan zêde bûye. Em ji mîna van sûcan matmayî nabin ji ber ku dewleta Tirk her tim azadiyê dikuje û rêzesûcên wê berdewam in. Denîz ne ya yeke û ne jî ya dawî ye. Beriya wê jî Zehra, Hevrîn, Seîda û Hind û gelek têkoşer qetil kirin.”