OHD: Hûn nikarin bi komkujiyan aloziyan veşêrin

  • 15:32 19 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Şaxa OHD'ê ya Amedê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û got: "Ji vê komkujiyê, di serî de Wezareta Karên Hundir, Walîtiya Îzmîrê û Gerînendeya Emniyetê ya Îzmîrê berpirsyar in û xemsariya wan tê de heye. Hûn bi pêşîlêgirtina vê komkujiyê re mukelef in. Ev erka we ye."
 
Nêrazîbûnên li hemberî qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Denîz Poyraz didomin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de li Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzana Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên OHD'ê, Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên saziyên sivîl ên bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên wekê "Denîz Poyraz nemir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê OHD'ê ya Amedê Muharrem Şahîn ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di sersibeha 17’ê hezîrana 2021’an de li dijî Serokatiya bajêr a HDP’ê ya Îzmîrê êrişek hat kirin û di êrişê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz bi hovane hat qetilkirin. Di serdemeke ku demokrasî, hiqûq û mafên mirovan tên binpêkirin de, mixabin ev bûyer dibin encama van binpêkirinan de qewimî. 
 
Parastina mafê gelan, mal, ewlehî û azadiyê yek ji peywirên sereke yên dewleta ne. Kengî bûyereke neyînî bi serê partiyên desthilatdar bê, hertim xwe spartine pişt gotina Hz. Omer ku dibêje; 'Heke li qeraxê Dîcleyê mîyek jî winda bibe, berpirsyarên wê em in' û bi vî awayî hemwelatiyên xwe xapandin e. Dema ku li dijî wan an jî li dijî alîgirên wan rexneyeke herî biçûk jî tê kirin, desthilatdarî demildest saziyên polîs û darazê dixe nava liv û tevgerê û bi ser de diçe. 
 
Nêzikatiya polîsan a li hemberî êrişkar...
 
Lê belê tevî ku Serokatiya bajêr a HDP’ê ya Îzmîrê gelek caran ji ber êrîş û gefan serî li cihên peywendîdar daye jî, ti tevdîrek nehatiye girtin. Beriya vê bûyerê, hêzên ewlehiyê weke ku li wir baregeha xwe danîbin, her kesê diket avahiya partiyê raçav dikir, bi alavên teknîkî û bi rengekî fîzîkî dişopandin. Lewma mimkin nîne ku haya hêzên ewlehiyê ji vê bûyera ku digot 'vaye ez têm' nebe û nekarin pêşî lê bigirin. Jixwe Wezareta Karên hundir piştî êrîşê jî têkildarî mijarê tu daxuyaniyek neda. Di civakeke demokratîk de tu îzahetek vê helwestê nîne. Nêzikatiya polîsan a li hemberî êrişkar jî ku gelek ji rêzê nêz dibin, wan hêzên kûr ên piştperdeyê tîne bîra mirov. Tiştekî deraqilane ye ku mirov bibêje ev bûyer ji hêla kesekî ve hatiye plankirin û pêkanîn. Mirov vê yekê, bi zimanekî herî sivik dikare bi saftî yê pênase bike. 
 
Hewceye tevdîrên hewce bigire 
 
Saziya ku jê re dewlet tê gotin, saziyeke ku ji parastina ewlehiya giyan û malê hemwelatiyên xwe berpirsyar e. Ji bo vê jî hewceye tevdîrên hewce bigire. Lê nêzîkatiyên rayedar û berpirsyaran ji bo qewimîna vê bûyerê bingehek ava kir. Mirov nikare daxuyaniyên partiya desthilatdar û şirîkên wê yên di van demên dawî de paşguh bike. Divê rola qismekî çapemeniyê ya ku bingeha vê bûyerê amade kirî jî neyê jibîrkirin. Em bang li wê çapemeniya jî dikin ku ev komkujî wek pevçûnek nîşan dabûn, li berpirsyariya xwe vegerin û li gorî exlaqê çapemeniyê tevbigerin. Baweriya me bi wan daxuyaniyên mecbûrî û rondikên derewîn nayê. Ya ku li vir hatiye qetilkirin, ji ewil mirovek û piştre jî jinek e.
 
Bingeh xapandina gel e 
 
Bawerî û nîjadperestî, li welatên antîdemokratîk yek ji hêmanên bingehîn ên xapandina gel in. Heke bi yek ji van encamê bidest nexin, wê demê ya din diêxin meriyetê. Ji bo guherandina rojevê, tiştên pir cuda tên kirin. Qewimînên niha, vê rastiyê hîn baştir şênber dikin. Hûn nikarin bedêla tiştên hatine dizîn, çirpandin, talan kirin û di parvekirinê de aloziyê dijîn bi kurdan, bi jinan û bi HDP’ê bidin jiyîn. Hûn in ên ku divê bedêla vê bidin. Hûn nikarin van sûcên xwe bi komkujî û aloziyan veşêrin. 
 
Divê em seferberbin
 
Heke ku ew kesên ji parastina nîzama civakê berpirsyar, ji xera kirina vê nîzamê re pêşengtiyê bikin, heke şexs û saziyan bi zimanê nefretê hedef nîşan bidin, wê demê kaos ji xwe dibe encamekî teqez. Rêya pêşîlêgirtina van bûyeran û talûkeyê ev e: Demokrasî, hiqûq, edalet, wekhevî, azadî, hêvî û aştî ye. Divê em ji bo van seferber bibin. 
 
Bi hestiyarî tevbigerin
 
Ji vê komkujiyê, di serî de Wezareta Karên Hundir, Walîtiya Îzmîrê û Gerînendeya Emniyetê ya Îzmîrê berpirsyar in û xemsariya wan tê de heye. Hûn bi pêşîlêgirtina vê komkujiyê re mukelef in. Ev erka we ye. Ti meqam, kursî û berjewendî ji jiyana mirovan girîntir nînin. We erk û berpirsyariyên xwe bi cih ne anîn lewma jî ji kerema xwe dev ji wan kursiyên xwe berdin. Em we vedixwînin îstîfayê û bang li raya giştî jî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin. "