Xizmên windayan banga darizandina faîlan kir

  • 14:17 19 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên windayan xwestin faîlên Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerari werin dîtin. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 645’emîn de çalakiya “Bila Winda Werin Dîtin û Faîl Werin Darizandin” bi rêya online li dar xist. Vê hefteyê hat xwestin ku kujer ango faîlên Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerarş ên di 8-9’ê çileya 1996’an de li Amedê di binçavan de hatin kuştin werin dîtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yakûp Guven çîroka serpêhatiya Korkmaz û Onerari xwend. 
 
Yakûp, diyar kir ku Atîlla Korkmaz ê zewicandî di 27 saliya xwe de roja 9’ê çileya 1996’an li semta Batikentê ya Rezana Amedê dema diçû markete ji aliyê polîsên cilên sivîl li wan hatiye binçavkirin û windakirin û cenazeyê wî di 2’yê çileya 1997’an de li Semsûrê hatiye dîtin. 
 
Yakûp, anî ziman ku Mahmût Onerari jî li navçeya Licê ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin û malbatê agahî jê negirtiye. Yakup got cenazeyê  Mahmût Atîlla Onerari jî li gel yê Korkmaz li Semsûrê hatiye dîtin. Yakûp destnîşan kir ku Atilla Korkmaz û Mahmût Onerari piştî hatine binçavkirin bi guleyan hatine înfazkirin. 
 
Yakûp da zanîn ku tevî 24 sal di ser înfazkirina Mahmût û Atîlla û Onerari re derbas bûye hêj faîl nehatine dîtin û got: “Faîlan windayan bibînin û bidarizînin. Windakirinên bi darê zorê û înfazkirina wan sûcê li dijî mirovahiyê ye.”