Meclîsa Jinan a DAD'ê: Dem dema têkoşîna bi hev re ye

  • 14:01 19 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DAD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û got: "Li dijî lîstîkên dîktatoriyê, dema dema têkoşîna bi hev re ye. Em wek meclîsa jinan têkoşîna heqîqetê dewr bigirin û nahelin ku Denîzeke din bê qetilkirin."
 
Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD), qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyraz bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "
 
"Tetîkêş wekî tenduristvan û li Sûriyeyê wezîfedar bû yê û divê ev mijar bê lêpirsinkirin. Heke tenduristvan be bi kijan ferasetê şandine Sûriyeyê? Divê hemû mijar bên zelalkirin. Li Tirkiyeyê kengê kaosek hebe vê demê êrişê kurd û elewiyan dikin. Dîroka tarî bi bi katlîaman xwe didomîne. Niha pergal di destê AKP-MHP’ê de ne, bi kaos û nefretê xwe mezin dike. Denîzên me qetil dike. Siyasetmedarên jin dîl digire. Peymana Stenbolê betal dike. Dijminatiya xwe nîşan dide. Her wiha HDP’ê hedef nîşan dide û dixwaze welat bixe nava şereke navxweyî. 
 
Li dijî vê tekane rê têkoşîn û xwedî derketina têkoşînê ye. Divê em HDP'ê biparêz in û piştgiriyê bidin partiyê. Li dijî lîstîkên dîktatoriyê, dema dema têkoşîna bi hev re ye. Em wek meclîsa jinan têkoşîna heqîqetê dewr bigirin û nahelin ku Denîzek din jî bê qetilkirin. Gotinên dayika Fehîmeyê dê ji me re bibe rêber."