Jin bi wêneyên Denizê diherikin Qada Maltepeyê

  • 13:38 19 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Jinên bi banga EŞÎK'ê ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin Stenbolê dest bi derbasbûyina Qada Maltepeyê ya ew ê "Mîtinga Mezin a Jinê" lê bê lidarxistin kirin. 
 
Berî 1'ê Tîrmehê ku ew ê Peymana Stenbolê bi temamî ji meriyetê rabe jin û rêxistinên LBTÎ'yî bi banga Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bi dirûşma "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" ji bo "Mîtinga Mezin a Jinê" hatin qada mîtingî ya Maltepeyê. 
 
Gelek jin di saetên serê sibehê de derbasî Stenbolê bûn. Jinên li gelek noqteyên Stenbolê kom bûn kortejê ava dikin û derbasî qadê dibin. 
 
Meclîsên jinan bi dirûşma "Tu yê tu carî bi tenê nemeşe" ber bi qadê ve diçin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) dowizên wêneyê Deniz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê de hat qetilkirin li ser û bi nivîsên " Deniz Poyraz nemir e","Mêr lê dide dewlet diparêze","Em yek bimirin em ê bi hezaran welidin" hilgirtin."
 
Jinan bi tilîlî û gerandina govendê kortej ava kirin û di saetên pêş de tê payin ku bi hezaran jin biherikin qadan.