Jinan wêneyê Deniz Poyraz bi sûran daliqandin

  • 12:48 19 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê jinên li Deriyê Mêrdînê hatin gel hevdu pankarta wêneyê Deniz Poyraz li ser bi sûran darde kirin. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Deniz Poyraz a di 17'ê Hezîranê de bi êrişa nîjadî ya li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin li Deriyê Mêrdînê hatin gel hevdu. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Dilan Dirayet Taşdemir û Şevin Coşkun, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û gelek jin pankarta wêne û nivîsa "Deniz Poyraz nemir e" li ser, hilgirtin. 
 
Polîsan di destpêkê de destûr neda ku jin pankartê darde bikin piştre diyar kir ku tenê 10 kes dikarin derkevin ser sûran. 
 
Her wiha jineke xwest derkeve ser sûran ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û polîsan ew del da. 
 
Piştî daliqandina pankartê Parlamentera HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir di daxuyaniya ku da de diyar kir ew ê têkoşîna jinê li ser derê belav bike û Deniz Poyraz a hat qetilkirin bi bîr anî.