Ji jinên Botanê banga serhildanê: Rabin ser piyan

  • 09:10 19 Hezîran 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Botanê êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz şermezar kirin û banga serhildanê kirin.
 
Onur Gencer bi çekê êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Îzmîrê kir û di êrişê de xebatkara partiyê Deniz Poyraz hat qetilkirin. Di her alî û qadê de ji bo Denîz Poyraz bertek mezin dibin. Jinên Botanê ku bertek nîşan dan banga serhildanê kirin û gotin rabin ser piyan.
 
‘Dilê me diêşê’
 
Emîne Alkiş, anî ziman ku li dijî qetilkirina Denîz Poyraz divê hemû jinên Botanê rabin serhildanê û wiha got: “Êşa dayika Denîz êşa me hemûyan e. Denîz keça me hemûyan e. Denîz ne kûjer bû. Ew keçek serbilind û ciwan bû. Xwedî li nasname û zimanê xwe derdiket. Bila hemû dewletên cihanê rabin ser piyan û li dijî vê kuştin û şerî derbikevin. Êdî bes e jin û zarokên me bila bes bên kuştin. Çi sûcê me û zarokên me hene. Em  bi tenê xwedî li nasname, ziman û vîna xwe derdikevin. Em ê heta dawiyê xwedî li Denîza xwe derbikevin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê berxwedana wê bidomînin. Em ê xwedî li zarok, ciwan û axa xwe derbikevin. Li dijî vê hovîtiyê bila hemû dayik rabin ser piyan û dengê xwe bigihînin cihanê. Dilê me diêşê. Em zarokên xwe mezin dikin ne ji bo kuştinê. Em jî dixwazin li ser axa xwe jiyanek azad bijîn. Bi salan e jin, ciwan, zarok û jinên me tên kuştin.”
 
‘Bi hezaran Denîz rabin ser piyan’
 
Seyran Yîgît jî destnîşan kir ku qetilkirina Denîz Poyraz di dilê wan de birînek kûr vekiriye û ev tişt got: “Lê belê li dijî vê komkûjiyê em ê bêdeng nemînin. Em berê xwe didin qadan û hêrsa xwe tînin ziman. Denîzek hat qetilkirin, lê belê dê bi hezaran Denîz rabin ser piyan û şûna wê bigirin. Ev komkûjî bi destên îktîdarê pêk hat û em vê şermezar dikin. Îktîdara ku ber bi têkçûyînê ve diçe bi kuştin û qetilkirinan dixwaze xwe li ser nigan bigire. Îktîdar ji jinan ditirse û ji ber vê yekê êrîşê jinan dike.”
 
‘Em ê heta dawiyê xwedî li doza Denîz derbikevin’
 
Aktîvîsya TJA’yê Zozan Aksu jî  Denîz Poyraz a ku ji aliyê Onur Gencer ve bi awayekî hovane hat qetilkirin bi bîr anî û da zanîn ku ev komkujî bi zanebûn û bi destên dewletê hatiye kirin. Zozanê, ev tişt anî ziman: “Polîsên ku her roj li ber avahiyên me nobetê digirin çawa dibe ku dema ev kes dikeve partiyê vê hovîtiyê dike, nabînin. Ev jî nîşan dide ku ev êrîş û komkûjî ji aliyê îktîdarê ve hatiye kirin. Em ê heta dawiyê xwedî li doza Denîzê derbikevin û em ê bibin şopdarê heval Denîz. Bila ev îktîdar baş bizanibe ku li hemberê wan bi hezeran Denîz dê dakevin van qadan.”
 
‘Denîz keça me hemûyan e’
 
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Silopiyê Asya Tay jî ev tişt vegot: “Banga me ji hemû dewletên cihanê re ev e ku bila li ser vî tiştî bisekinin û vî şerî bidin sekinandin. Êdî bes e ku Denîz bên kuştin. Bila dewletên navneteweyî êdî deng derbixin. Denîz hevalek partiyê bû û ev komkûjî bi zanebûn hat kirin. Çeka Denîz tunebû û bi awayekî hovane hat qetilkirin. Êdî em naxwazin ku stêrkên çavên dayikan biherike. Ez bang li hemû dayikan dikim ku rabin ser piyan û xwedî li Denîz derbikevin. Denîz keça me hemûyan e.”
 
‘Heta em sax bin Denîz Poyraz ji bîr nakin’
 
Rêvebira HDP’ê ya navçeya Qilebanê Sabiha Altûrk jî bang li hemû jinan kir ku ji bo serhildanê rabin li ser piyan û wiha domand: “Kesên ku ev komkûjiyê pêk anîn em şermezar dikin. Divê ew kujer cezayê herî giran bigire. Heta em sax bin Denîz Poyraz ji bîr nakin. Ev komkûjî ne bi tenê li dijî Denîz li dijî hemû jinên kurd hatiye kirin. Li hemû kolan û kûçeyan em ê li ser piya bin û dengê xwe bilind bikin. Ev komkûjî bi destên îktîdara AKP û MHP’ê pêk hat. Em bi kuştinê xilas nabin. Bi dehan Denîz dê şûna Denîz Poyraz bigirin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û li ser piyan bin.”
 
‘Em êdî naxwazin Denîzên me bên kuştin’
 
Dayika Aştiyê Taybet Tatli jî ev tişt bi lêv kir: “Em naxwazin êdî Denîzên dinê jî bên kuştin. Denîz girêdayî ax û welatê xwe bû. Denîzê rûmeta xwe teslîmê kesekî nekir. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Em azadî, aştî û jiyanek aram dixwazin. Bila hemû dewlet li ser vî tiştî bisekinin. Bila dewlet kor û lal nebe. Bila çavên xwe vekin. Her roj zarokên me tên kuştin. Denîzê çi kiribû? Di destên Denîzê de çek tunebû û neçûbû şer. Heta damleyek xwîna me hebe em ê li ser şopa Denîzê bin. Em êdî naxwazin Denîzên me bên kuştin. Divê hemû dayik li dijî kuştinê dest bidin destên hevdû û li hemberî vî şerî bisekinin.”
 
‘Em her jinek Denîz Poyraz in’
 
Ferîde Ender jî got: “Ev êrîş di şexsê Denîzê de li dijî hemû jinan hatiye kirin. Îktîdara ku dema tim tiştekî hedef nîşan bide komkûjî û êrîş tên kirin. Ji ber vê yekê ger nêzîkatiya îktîdarê sererast nebe dê gelek komkûjiyên dinê jî pêk bên. Em her jinek Denîz Poyraz in. Em ê xwedî li Denîz û partiya xwe derdikevin. Em ê her tim li ser piyan bin û xwedî li Denîzê derbikevin.”
 
‘Dem dema serhildanê ye’
 
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag jî destnîşan kir ku bi salan in li dijî gelê kurd êrîş û komkûjî tên kirin û ev gotin anî ziman: “Em her roj bi kuştin û êrîşan re rû bi rû dimînin. Em ne xerîbî van tiştan in. Komkujiya ku li Îzmîrê pêk hat jî heman komkûjî ye. Ev komkûjî bi destên dewletê hat kirin. Îktîdar tim bi gotinên xwe gel dike dijminê partiya me. Îktîdara AKP’ê bi ser me ve siyaseta xwe dimeşîne. Ji ber wê yekê em îro dibin hedefa komkûjiyên wan. Komkûjiya ku îro pêk hat jî ne tesaduf e. Komkûjiyên ku berê hatin kirin jî hemû plankirî bûn. 7'ê Hezîranê jî ji van mînakan yek e. Îktîdara ku ji me re digot ‘ev rojên we yên xweş in’ û piştî van gotinan di 7’ê Hezîranê de komkûjî pêk hat. Di salên 90’î de xebatkarên me yên partiyê ji aliyê jîtemê ve veşarî dihatin qetilkirin. Îro jî ev qetilkirin bi awayekî aşkere tê kirin. Îktîdar bûye wek çete û di nav welat de komkûjiyan pêk tîne. Ji ber ku hiqûq û edalet tune ye ev bûyer zêdetir dibin. Heta îro gelek komkûjî pêk hatin, lê belê me tu carî dev ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda û em ê bernedin. Divê hemû gelê me rabe ser piyan. Dem dema serhildanê ye.”