'Dewlet ji têkoşîna jinê aciz e'

  • 09:07 19 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Hevalên têkoşînê yên endama Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Esengul Kiliç a hat girtin dan zanîn ew ê polîtikayên dewletê yên li dijî jinên ciwan li her derê teşhîr bikin û wiha gotin:"Bi girtina Esengulê em dibînin ku dewlet çiqas ji têkoşîna jinê aciz e."
 
Jin hem têkoşîna xwe mezin dikin di heman demê de jî rêxistinbûyina xwe berfireh dikin. Tevî vêya polîtikayên zextê yên dewletê yên li dijî jinê jî zêde dibin. Îktidara ku bi awayekî sîstematîk êrişî tevgera jina kurd dike gelek saziyên jinan girt û nûnerên saziyan jî girt. Bi polîtikayên şerê taybet ên li bajarên kurdan tên pêkanîn jinên kurd di qadên civakî de tên tecrîdkirin. Bi vê yekê bingeha jina "maqûl" dixwaze bê afirandin. Jinên dixwazin di her qadê de xwe birêxistin bikin bi astengiyên dewletê rû bi rû dimînin û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve bi zextên ajankirinê, gefxwarinê rû bi rû dimînin û di heman demê de êzên ewlehiyê yên dewletê dest dirêjî jinan dikin, tecawizî jinan dikin. Her wiha her roj jin tên girtin û tê xwestin bi vê rêyê pêşî li rêxistinbûyina jinê bê girtin. 
 
Hefteya borî di dema seyahatê de kontrola GBT'ê ya endama Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Esengul Kiliç hat kirin û bi hinceta biryara binçavkirinê heye Esengulê hat binçavkirin. Piştre ji aliyê dadgeha ku derketê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tipa L ya Ferizli ya Sakaryayê. Endamên Jinên Ciwan ên HDP'ê  Roj Medrin Bor û Rojin Keskin dan zanîn jinên kurd tenê ji ser nasnameya jintiyê têkoşîna xwe nadin loma her dibin hedef. 
 
'Rêxistinbûyina jinê ji bo îktidarê hişyarî ye'
 
Ji endamên Jinên Ciwan ên HDP'ê Roj Medrin Bor da zanîn polîtikayên zextê yên îktidarê yên li dijî jinên rêxistinkirî her diçe zêde didin û wiha got:"Rêxistinbûyina jinê ji bo dijmin hişyariyeke eşkere ye. Îro îktidar li ser jinê polîtîkayên xwe hildiberîne. Em jî di vê xetê de têkoşînê dimeşînin. Polîtikayên ferzkirina ajantiyê çiqas derdikeve ewqas em ji bo teşhîr bikin em li berxwe didin. Di rojên borî de li dijî hevaleke me ya ji TJA'yê polîtikayên tehdît û zextê pek hatin. Em bi îktidareke Musa Orhan diparêze rû bi rû ne. Em azadiya jinê esas digirin û em dibêjin heta jin azad nebe civak azad nabe. Em vê yekê jî esas digirin û di vê xetê de dimeşin. Li Kurdistanê jinên ciwan li ser nasnamea kurdî û nasnameya jinê û di heman demê de li ser nasnameya ciwantiyê têkoşînê dide. Di vê serdemê de bi taybet jinên têdikoşin tên girtin. Esengulê jî ji van jinan yek e. "
 
'Em ê polîtikayên qirêj ên dewletê teşhîr bikin'
 
Ji endamên Jinên Ciwan Rojîn Keskîn da zanîn li tevahiya Rojhilata Navîn îktidar helwesteke wan a taybet li dijî jinan hene û wiha domand:"Hevala me Esengulê dema têkoşîna nasnameyê dida hat binçavkirin. Em vê polîtîkaya alçax a dewletê şermezar dikin. Bi girtina Esengulê em dibînin ku dewlet çiqasî li hemberî têkoşîna jinê aciz e. Ew gefan jî li me bidin xwarin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê polîtikayên qirêj ên dewletê teşhîr bikin."