Jinên HDP’yî: Em têk naçin

  • 09:03 19 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN - Jinên HDP’ê, bertek nîşanê bûyera qetilkirina Denîz Poyraz a di êrîşa faşîzan de hat qetilkirin dan û gotin: “Em li dijî van êrîşan serî natewînin. Em gumanbaran baş nas dikin. Bila vê baş bizanibin ku em têk naçin. Em ê hîn bêtir xurt bin.”
 
Onur Gencer yê duh bi çekê êrîşê HDP’a Îzmîrê kir, xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Jinan li ser bûyerê bertekên mezin nîşan dan û gotin ew li dijî vê êrîşê bê bersiv namînin û wê heta dawî têbikoşin.
 
‘Em şûnde gavê navêjin’
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên li hember partiya wan pir zêde bûne û êrîşên li hember partiya me ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Handanê wiha got: “Desthilatdariya heyî bi hevkarên xwe yên mafyayê, hewl dide HDP’ê ji siyasetê derxe û krîmînalîze bike. Tevî hemû zextan HDP li  ber xwe dide. HDP bi her cureyê pêkanînê re hatiye rû hev. Em HDP’î ne. Çi dikin bila bikin wê bi HDP’iyan  şûnde gavê nedin avêtin. Ew tenê wê xwe bixapînin.”
 
‘Hevala me bi zanebûn hat qetilkirin’
 
Handanê balkişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û ev tişt bi lêv kir: “Li Îzmîrê êrîşkarekî gule berda avahiya HDP’ê û piştre avahî da ber agir. Hevala me Denîz Poyraz bi zanebûn hat qetilkirin. Li dijî van pêkanînan ew dibêjin qey em ê şûnde gavê bavêjin. Lê bedel çi dibe bila bibe em şûnde gavê navêjin.Em ê li dijî desthilatdariyê her tim serbilind li ser piya bin. HDP hêza xwe ji gel digire.Her tim rastî pêkanînan tên. HDP’ê hez nakim. Bedel çi dibe bila bibe em ê têbikoşin.”
 
‘Em li dijî êrîşan serî natewînin’
 
Hevseroka HDP’a Tuşbayê ya Wanê Hanim Akkoş jî bertek nîşanê êrîşan da û wiha bi lêv kir: “Em tu car li dijî zextan serî natewînin. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomîn. Ew hewl didin HDP’ê tune bikin, lê em ê her tim ligel gelê xwe bin û têdikoşin. Em HDP’î tu car serî natewînin.”
 
‘Ev êrîş ne nû ne’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Mukusê ya HDP’ê  Şadiye Uçak jî bi lêv kir ku ev êrîş ne êrîşên nû ne û ev nirxandin kir: “Li wir hevalek me hat qetilkirin. Gelo dixwazin çi bikin? Li hember jinên HDP’ê zextan pêk tînin û hewl didin ji ser jinan zextên li ser HDP’ê zêde bikin. Ev zext bi sedsalane tên kirin. Lê tu car van zextan jin neçewisandine. Berovajî vê ev êrîş HDP’ê xurt dikin. Em dijminê xwe baştir nas dikin û li ber xwe didin.”
 
‘Sedem çi ye bila bêjin’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Devlet Çîftçî jî wiha axivî: “Divê her kes li dijî êrîşan û qetilkirina Denîz Poyraz rabin ser piyan û têbikoşin. Gelo çawa diçin avahiya HDP’ê û hevala me qetil dikin. Sedema vê çi ye. Bila vê ji me re vebêjin. Kezeba dayika Denîzê şewitandin. Êdî bes e. Bila dayik negirîn. Divê em bi hev re têbikoşin. Em heta dawî li cem dayika Denîzê ne.  Ez bang li dayik û Gelê Kurd dikim. Werin em bên gel hev û têbikoşin.”
 
Rêvebera HDP’ê ya Wanê Gurbet Oktay jî ev tişt  got; “Bi salane li dijî partiya me êrîş hene. Hevala me li Îzmîrê qetil kirin. Em tu car vê qebûl nakin. Em ê têk neçin û hîn bêtir xurt bibin. Bila vê baş bizanibin.”
 
‘Di şexê Denîzê de êrîş li hember hemû jinan hatiye kirin’
 
Endama Meclîsa HDP’a Bahçesarayê Hanim Hazir jî berteka xwe wiha anî ziman: “Em êrîşa li Îzmîrê li hember avahiya HDP’ê şermezar dikin. Ev êrîş di şexsê hevala Denîz de li hember hemû jinên HDP’î û HDP’iyan hatiye kirin. Em tu car qebûl nakin. Me serî netewand, em natewînin. Em her tim li pişt îradeya xwe ne.”