Dayikên Aştiyê gotinên Mesut Barzanî bi bîr xistin

  • 09:02 19 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL- Dayikên Aştiyê bertek nîşanê operasyona bi hevkariya PDK'ê ji aliyê dewleta tirk ve  li hember başûrê Kurdistanê pêk tîne da û da zanîn ku hincetan qebûl nakin û gotinên Rêerê PDK’ê Mesut Barzanî yê wekê ‘Bi destê Kurdan wê xwîna Kurdan nerêje’ bi bîr xistin û gotin divê Mesut Berzanî soza xwe bi cih bîne.
 
Artêşa Tirk li hember herêma Zap, Avaşîn û Metîna yên li herêma Federal a Kurdistanê ne, operasyon dan destpêkirin û di roja 54’an de didome. Ji ber operasyonê gelek gund hatin valakirin û hat hînbûn ku qirkirina daran jî tê kirin. Darên tên birîn jî bi hevkariya şîrketan tînin Tirkiyeyê û difiroşin. Li aliyê din jî operasyona li Metîna didome û hat hînbûn ku şewata daristanan a li gundê Qumriye, Deşîşê û Teşîşê ya li Metîna jî berdewam e.
 
Bertekên li hember operasyonan û  PDK’ê didomin. însiyatîfa Dayikên Aştiyê bertek nîşanê helwesta PDK’ê dan û gotin divê demildest ji vê biryara şaş vegerin.
 
‘Em tu hincetê qebûl nakin’
 
Emîne Duman da zanîn ku ew tu hinceta ku ji bo şer didin pêş qebûl nakin û wiha dirêjî dayê: “Îro bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Gundên me hatin şewitandin, hilweşandin. Em ji warê me kirin. Niha Barzanî çima bi van kesan re li hev dike. Gelê Kurd bi sala ye têdikoşe. Ez bang li Barzandî dikim. Bila leşkerên xwe ji pêş gel bikşîne. Ne leşker, ne pêşmerge ne jî gerîla bila nemirin.Kezeba dayikan dişewite.”
 
‘Bila Barzanî soza xwe bîne cih’
 
Emîneyê balkişand ser gotinên Barzanî û  ev tişt bi lêv kir: “Girtî niha li dijî tecrîdê di grevê de ne. Dayik ji ber vê gelek bi fikar û xemgînin. Gelo ji Kurdan çi dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Divê Barzanî jî ji bo vê têbikoşe. Beriya ku PKK derkeve her tim di şer de bûn. PKK’ê kevoka aştiyê xist navbera wan. Barzanî divê hesab ji Tirkiyeyê bipirse ku çima Kurdan digirin. Li herêma operasyonê daran qir dikin. Dayikekê digot ‘ha darên me birîne ha rûmeta me binpê kirin.Heman tişt e.’  Belê rast gotiye. Axa Kurdistanê ne bêxwedî ye. Barzanî digot ‘Wê bi destê Kurdan xwîna Kurdan nerêje.’ Wê demê bila gotina xwe bîne cih. Bila soza xwe bigire. Me zarokên xwe bi çîrokên pêşmergeyan mezin kirin. Bila destur nedin kurd xwîna hev birijînin. Gerîla axa xwe diparêze. Dewlet diçe çiyayên me bombe dike.”
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Kurd kulîlkan bidin hev û wiha dawî lê anî: “Wê jin aştiyê bînin. Berê çawa ku jinan di nîqaşekê de çareserî pêk dianî, divê niha em jî bikin. Em bang li dayikên başûr jî dikin. Bila dakevin kolanan û li dijî şerê mêran bisekin. Bila pêşmerge jî zirarê nedin xwişk û birayên xwe.”
 
‘Divê Barzanî vê lîstikê bibîne’
 
Medîne Bektaş jî daxwaz kir ku bila êdî xwîna Kurdan nerêje û wiha berdewam kir: “Barzanî çima wisa dike. Em şer naxwazin. Barzanî lîstikekê dilîze lê nizane çawa bilîze. Bi Tirkiyeyê re dibe hevkar. Em alîkariya Barzanî ya ji bo Erdogan qebûl nakin. Wê sibê zirarê bide Barzanî jî. Hemû dewlet li hember Kurdan bûne yek. Divê Barzanî vê lîstikê baş bibîne. Zarokên me niha di girtîgehan de ne. Em şer naxwazin.”
 
‘Barzanî ne di riya bavê xwe de ye’
 
Fatma Îçîn jî ev tişt bi lêv kir: “Em şer naxwazin. Ez bang li rêveberiya herêma Iraqê dikim.  Ger wijdana Barzanî  hebûna wisa nedikir. Barzanî di riya bavê xwe de naçe. Li hember xwişk û birayên xwe  dijminahiyê dike. Alîkariyê nade gerîla, wê demê bila bi kesên din re jî hevkariyê neke. Ger aştiyê naxwazin jî bila qe nebe zirarê nedin kesên din. Divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike.”
 
‘Divê gelê Başûr bêdeng nemîne’
 
Ferîde Ertugrul jî bang li hemû kesî kir ku bêdeng nemînin û wê jî ev tişt vegot: “Bila Barzanî ne ji bo Tirkan ji bo gerîla bibin alîkar. Çend sale Barzanî ji bo berjewendiyên xwe alîkarî dide Tirkiyeyê. Kurdan heta îro dest neda ser axa tu kesî. Ev zilm e. Barzanî ev nedît. Divê gelê Başur li dijî vê derkeve. Divê destur nede ku Tirkiye bikeve vê axê.”