'Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan'

  • 09:01 19 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Rewşa tenduristiya girtiyan her roja ku derbas dibe bêtir nebaş dibe. Malbatên girtiyan bi taybetî ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê kirin. 
 
Ahmet Silik di 72 saliye xwe de salekî li Girtîgeha Sertê ma û piştre hat tehliyekirin, lê ji ber ku cezayê wî hat erêkirin şûnde hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa R ya Menemena Îzmîrê ya ku girtiyên nexweş lê dimînin. 3 sal û nîv li vir ma. Lê ji ber ku nexweşiyên wî yên wekê prostat, kolestrol û windakirina hiş hebû nikarî li xwe binêre. Piştî ewqas serdanên malbatê Ahmet serbest hat berdan. Keça wî Ayşe Silik ji ajansa me re behsa rewşa bavê xwe û girtiyên nexweş kir. 
 
Ayşe, di serî de bertekên xwe ya li hemberî serbet berdana tacizkar û tecawizkaran anî ziman û got: "Tecawizkar û êrişkaran serbest berdidin lê girtiyên siyasî bernadin. Divê girtiyên nexweş ên 30 sal in di hundir de ne bên berdan. Beriya ku bavê min bê girtin tenduristiya wî baş bû. Diçû bazarê dikarî her tiştî bike. Lê niha mirovan nas nake, nikare xwarinê bixwe. Zarokên xwe jibîr dike. Nikare biçe tuwaletê. Gelek nexweşiyên wî hene. Dermanên wî hene, ger kes nedê ew jibîr dike.”
 
Ayşe, wiha bal kişand ser rewşa bavê xwe: "Bavê min bi şerta kontrola edlî hat berdan. Temenê bavê min mezin e û her wiha êdî nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne dewlet ew tehliye kir. Ji ber ku êdî rewşa wî xeter bû serbest berdan. Dema bavê min li Sêrtê girtîbû ciwanekî xizmê me alîkariyê dida wî. Niha bavê min serbest e lê rewşa wî nebaş e. Lê ez banga serbestberdana hemû girtiyên nexweş dikim, ji ber ku li girtîgehan kesên nexweş nikarin jiyana xwe bidomînin."