ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 19 Hezîran 2021
  • Rojev
* Rewşa tenduristiya girtiyan her roja ku derbas dibe bêtir nebaş dibe. Malbatên girtiyan bi taybetî ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê kirin. BI DÎMEN
 
*Dayikên Aştiyê bertek nîşanê operasyona bi hevkariya PDK'ê ji aliyê dewleta tirk ve  li hember başûrê Kurdistanê pêk tîne da û da zanîn ku hincetan qebûl nakin û gotinên Rêerê PDK’ê Mesut Barzanî yê wekê ‘Bi destê Kurdan wê xwîna Kurdan nerêje’ bi bîr xistin û gotin divê Mesut Berzanî soza xwe bi cih bîne. DÎMEN HEYE
 
*Jinên HDP’ê, bertek nîşanê bûyera qetilkirina Denîz Poyraz a di êrîşa faşîzan de hat qetilkirin dan û gotin: “Em li dijî van êrîşan serî natewînin. Em gumanbaran baş nas dikin. Bila vê baş bizanibin ku em têk naçin. Em ê hîn bêtir xurt bin.”BI DÎMEN
 
*Hevalên têkoşînê yên endama Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Esengul Kiliç a hat girtin dan zanîn ew ê polîtikayên dewletê yên li dijî jinên ciwan li her derê teşhîr bikin û wiha gotin:"Bi girtina Esengulê em dibînin ku dewlet çiqas ji têkoşîna jinê aciz e."BI DÎMEN
 
*Hevalên têkoşînê yên endama Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Esengul Kiliç a hat girtin dan zanîn ew ê polîtikayên dewletê yên li dijî jinên ciwan li her derê teşhîr bikin û wiha gotin:"Bi girtina Esengulê em dibînin ku dewlet çiqas ji têkoşîna jinê aciz e."DÎMEN HEYE
 
* Jinên Botanê êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz şermezar kirin û banga serhildanê kirin.
DÎMEN HEYE
 
*Jinên HDP'yî têkildarî qetilkirina Deniz Poyraz ev bang kirin:"Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê mecbûr in derkevin derve û bînin ziman ew li gel HDP'ê ne. Çimkî cinayetên qirêj û polîtîk ên îro dest pê kirine dê sibehê dewam bike."DÎMEN HEYE
 
*Têkildarê qetilkirina Denîz Poyraz wê li navçeya Mehsertê ya ku Denîz Poyraz jê ye daxuyanî were dayîn. Ji aliyê rêxistina HDP'ê ya Mehsertê ve li ber deriyê avahiya HDP'ê ya navçê wê daxuyanî bê dayin. (11.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Qoserê wê têkildarê qetilkirina Denîz Poyraz  li  Qoserê qada Azadiyê  meşê li dar bixe. (17.00)
 
*Di pêşengiya STK'yan de, têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz dê li navçeya Cizîrê daxuyanî bê dayîn.(18.00)