Ji Amedê bertek:Em kujeran ji Parîs û Sîlopiyê nas dikin

  • 20:00 18 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Jinên li Amedê hatin gel hev jinên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin bi bîr xisxitn û gotin ku qetilkriina Denîz Poyraz ne tesaduf e. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, "Em soz didin Denîz û hemû jinên ku hatin qetilkirin em ê çeteyan ji ser vê axê derxînin."
 
Jinên ku di pêşengiya Platforma Dîcle Amed (DAKP) û Tora Têkoşîna bi Tundiya li Jinê a Amedê de hatin gel hev. Derbarê êrîşa nijadperest a li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku di encamê de Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest da li Peyasa Amedê hatin gel hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniya hat dayîn de rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyê wê, parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Pero Dundar, Remziye Tosun û gelek jin amade bûn. 
 
Jinên ku wêneyê Denîzê bi bestikên xwe vekirin, di daxuyaniyê de dirûşmên, "Jin jiyan azadî", "Soza me ye wê şoreş bê kirin", "Mêr dikuje dewlet diparêze" û "Emê hesabê qetilkirina Denîzê bipirsin" berz kirin. 
 
Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Seroka Yekitiya Tabîban a Amedê Elîf Turan ve hat xwendin. 
 
Piştî daxuyaniya hat xwendin Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û got, "Em van kujeran ji Parîz û Sîlopiyê nas dikin. Bila ji me re çîrokan nebêjin.  Kesên li pişt kujer naxwazin vê tarîtiyê derxînin holê. Lê em ê jin destûrê nedin vê tarîtiyê."
 
Jin piştî daxuyanî û axaftinê ji bo Denîz û jinên din ku hatin qetilkirin deqeyek rêz girtin û 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî daxuyanî bi dawî bû.