Hulya Alokmen hat sirgunkirin

  • 17:02 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP'ê Hulya Alokmen a sewqa xwe ji bo Girtîgeha Jinê ya Amedê xwest sirgunî Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê hat kirin. 
 
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP'ê Hulya Alokmen a ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 10 sal û 6 meh ceza lê hat birîn ji Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê sirgunî Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê hat kirin. Hulyayê ji ber sedema li  Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê girtiyên jin ên siyasî tune ne sewqa xwe ji bo Girtîgeha Jinê ya Amedê xwestibû. 
 
Hulyaya ji roja hatibû girtin di koguşekê tenê dihat girtin di 4'ê Hezîranê de bi sedema ew ê sewqî Amedê bibe hat girtin. Lê belê Hulya dewsa Amedê sewqî Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê hat kirin. 
 
Hat hînbûn Hulyaya ku li Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê 14 roj in di karantînayê de ye îro bi qedandina roja karantînayê derbasî koguşê hatiye kirin.