Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan: Zilmê li zarokên me nekin

  • 16:43 18 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan daxuyaniyek dan û gotin: "Em ji rewşa girtiyên xwe bi fikar in û divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Ji ber ku niha li hemberî zarokên me zilmek heye." 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kurê xwe û got: "Kurê min Fettulah Yîgît li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê ye. Kurê min 10 sal in girtiye û bi dehan caran hatiye sirgunkirin. Kurê min ji min re behsa rewşa xwe û girtiyan kir. Girtiyên nexweş hene, girtiyan nabin nexweşxaneyan û dermanên nexweşan nadin. Heqeretê li girtiyan dikin. Li girtîgehan girtiyên ku cezayê muebetê girtine hene û rewşa wan a tenduristiyê jî giran e."
 
Nafiye, diyar kir ku her demê daxwazên zarokên me red dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez bang li Wezareta Dadê dikim ku bila wezîfeya xwe pêk bîne. Êdî zilmê li zarokên me nekin. Bila daxwazên zarokên me qebûl bikin. Ez hem jî bo kurê xwe û ji bo girtiyên din bi fikarim. Tiştên ku em dijîn zilm e. Ev tişt nayê qebûlkirin." 
 
Nazîme Yurek jî di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa herdu kurê xwe û wiha axivî: "2 kurê min li Girtîgeha Tîpa F a Bunyana Kayseriyê girtî ne. Kurekî min 22 sal in girtiye û nexweşiya wî ya dil heye. Kurê min ê din jî 10 sal in girtiye û nexweşiya şekir pê re heye. Ez ne tenê ji bo kurên xwe ez ji bo hemû girtiyan li vir diaxifim. Derman nadin zarokên me, ji ber vîrûsê rewşa wan bêtir giran bûye. Jixwe berê jî bi zilmê re rûbirû diman. Lê niha bêtir zilm û zordarî heye. 15 rojan carekî hevdît tê kirin lê hevdîtina girtiyê. Ji ber ku temenê min mezin e û divê ez belgenameya destûrê ya rêvîtî û hevdîtinê bigirim. Jixwe ji dûrê me ne û em nikarin zarokên xwe bibînin. Her wiha nameyan nadin girtiyan. Bi kuçikan koguşan digerin. Divê dev jî zilmê berdin. Tenê daxwezeke me ya dayikan heye bila zilmê li zarokên me nekin."