Ajokarê teqsiyê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê

  • 15:39 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Ajokarê teqsiyê ku kujer Onûr Gencer ê êrişî HDP’ê kir û Denîz Poyraz qetil kir, bir pêş avahiya partiyê di îfadeya xwe ya li miduriyeta polîsan de wiha got: “Me ew her tim di dîrokên cuda de ji rawestgeha teqsiyê ya Gazîemîrê digirt û dibir Manîsa, Otela Termal a Balçova û ber Rêxistina HDP’ê ya Bajêr.” 
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ajokarê teqsiyê di îfadeya xwe de got ku êrîşkar her tim dihat rawestgehên teqsiyê yên Gazîemîrê û da zanîn ku kujer Onûr  her tim di dîrokên cuda de ji rawestgehê digirt û dibir Manîsa, Otela Termal a Balçova û ber Rêxistina HDP’ê ya Bajêr.