Rêxistinên civakî yên li Amedê: Divê herkes xwedî helwest be

  • 14:32 18 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Derbarê qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz de, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li her kesî kirin ku helwestê nîşan bidin.
 
Nerazîbûna li dijî qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz mezin dibe. Rêxistinên civakî yên sivîl, têkildarî qetilkirina Denîz  Poyraz li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Baroyê Nahît Eren ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me bi hev re dît ku li hemberî êrişên heta niha hatine kirin nerazîbûneke hevpar a partiyên siyasî û raya giştî nehatiye nîşandan, bi taybetî pêvajoyeke dadgeriyê ya ku kiryaran ji vê hewldanê vegerîne nehate bikaranîn. Ev pêvajoya bêcezahiştinê ku me bi hev re şahidî jê re kir, bingeh ji vê êrişa nefretê re amade kir.
 
Ligel helwesta dadgeriyê ya parastiya van êrişên siyasî her wiha zimanê siyasetmedaran ên dijberîkirin û krîmînalîzekirinê, bû sedema êrişên bi vî rengî yên nijadperestiyê.
 
Beriya her tiştî rehma xwedê li Denîz Poyraz be û sersaxiyê ji malbata wê û HDP'ê re dixwazin. Em vê êrişa siyasî ya li dijî partiyeke siyasî ku di encamê de endameke partiyê jiyana xwe ji dest da, weke êrişeke provokatîf a li dijî aştiya civakî û demokrasiyê dibînin û şermezar dikin. Em dixwazin lêpirsîneke bi lez û xurt bê kirin ku êriş bi her awayî eşkere bibe. Di serî de hikûmet divê partiyên siyasî li dijî vê êrişê û êrişên mîna wê helwestekê nîşan bidin, dest ji gotinên dijberîkirinê berde û li ser pirsgirêkên rastî yên welat biaxivin, çareseriyê peyda bikin.
 
Saziyên ku tevlî civînê bûn: 
 
Baroya Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Yekîtiya Odeya Esnaf û Sanatkaran, Borsaya Bazirganiyê, Komeleya Mafên Mirovan, Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê, Nûnertiya Însiyatîfa Maf, Odeya Tabîban, Komeleya Karsaz û Pîşesazan, Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrrojhilat, Komeleya Madenkar û Mermerkaran, Komeleya Karsaz û Pîşesazan a Rojhilat û Başûrrojhilat, Odeya Muşawîrên Malî û Hesabgirên Serbest, Şaxê Mazlûm-Derê, Komeleya Karsaz û Pîşesazan û Tekstîlê ya Başûrrojhilat, Platforma Şaxên Keskê yên Amedê, Nûnertiya Herêmê ya Dîskê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, Komeleya Karsazên Pîşesazî yên Organîzeyî, Odeya Doktorên Diranan, Şaxê Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî, Komeleya Jinê ya Rosa û Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçê.