Platforma Ked û Demokrasiyê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir

  • 14:18 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê yê Dêrsimê qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir û got: "Di qetilkirina Denîz Poyraz de gelek kes berpirs in. Her wiha ew êrîş li hemberî me hemûyan pêk hatiye."
 
Platforma Ked û Demokrasiyê yê Dêrsimê qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz şermezar kir. Têkildarî mijarê li Kolana Hunerê ya Dêrsîmê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek kes beşdarê daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em kujer nas dikin" hat vekirin. Gelek kes jî wêneyên Denîz Poyraz rakirin. Li ser navê platformê Ergîn Tekîn daxuyanî da. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de êrîşa li hemberî Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Di şert û mercên asayî de endamên HDP'ê nikarin bi hêsanî bikevin avahiya xwe, lê belê li Îzmîrê kujer bi awayekî pir hêsan dikeve hundirê avahiyê. Her wiha dibêje 'Heke kesên din hebûya min ê wan jî qetil bikira' bi van gotinan nîşaneya amadekirina qetlîamê ye. Bi taybetî di demên dawiyê de HDP hertim hedef hatiye nîşandan. Bi gotinan HDP'ê krîmînalîze dikin.
 
Di qetilkirina Denîz Poyraz de gelek kes berpirs in. Li ser tetîkê de ne tiliyê kesekî heye, gelek tiliyên kesan hene. Her wiha ew guleyên ku hatin avêtin ne tenê li dijî HDP'ê ye, bi tevahî ji hemû hêzên muxalif û hêzên ku têkoşîna ked û demokrasiyê didin re hatiye avêtin. Ew êrîş li hemberî me hemûyan pêk hatiye. Em wek hêzên ked û demokrasiyê ew qetlîamê şermezar dikin û bang dikin ku ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têkoşîna xwe hin xurttir bikin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.