'Dê HDP faşîzmê têk bibe'

  • 12:58 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê êrişa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk hatiye û qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî da. Bi sedan kes kom bûn û bi yek dengî gotin 'Dê HDP faşîzmê têk bibe. Denîz nemir e û wê bi hezaran Denîz ji nû de rabin'.
 
Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) têkildarê êrişa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk hatiye û qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Hevşaredarên bajarê mezin a HDP’ê a Mêrdînê Ahmet Turk, Fîgen Necla Altindag, hevserokên bajêr ên HDP’ê Salîh Kuday, Perîhan Altindag, rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan, Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên ku wêneyê Denîz Poyraz li ser û li ser nivîsnê “Destên Xwe Yên Qirêj ji HDP’ê Bikişînin”, “Denîz Poyraz Nemir e” hatibûn nivîsandin hatin hilgirin. Her wiha dirûşmên “Qetilkar AKP ye û hevkar MHP’ye”, “Şehît Namirin” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Perîhan Agaoglu ve hat xwendin.
 
‘HDP'ê serî netewand, natewîne’
 
Perîhanê got duh Tirkiye cardin siyaseta xwe ya qirêj nîşanî me da. Di vê êrişê de jî rêhevala me birêz Denîz Poyraz hate qetilkirin. Perîhan wiha berdewam kir: “Ev êrîş û qetlîam piştî gotinên Serokkomar 'Ev hîn rojên we yê baş in' ên di van rojên dawiyê de hat gotin ev êrîş pêk hat. Ev êrîş û qetlîam bi destê faşîzma AKP-MHP û hevkarên wan yên mafya û bi destê çeteyên wan hate kirin. Denîz Poyraz dildareke partiyê bû. Bi salan bû di nava Tevgera Azadiya Jinê gelek xebat meşandiye. Bi qetilkirina hevala me, me careke din dît ku ev desthilatdarî û hevkarên wan dijberiya jina azad jî dike."
 
'Dê HDP faşîzmê têk bibe'
 
Peîhanê da zanîn berxwedana HDP'ê wan têk dibe û wiha domand:"Çawa ku 7'ê Hezîrana 2015'an HDP'ê bendên faşîzmê xera kir û bi ser ketibû û faşîzma dijwar dawiya xwe di serkeftina HDP'yê dît û dest bi êrîş û qetlîamên hov kirin îro jî careke din em dibîne ku têkoşîn û berxwedana HDP'ê wan têk dibe û dawiya wan tîne Ji ber wê ewqas êrîş û zextên giran dikin. Di pêşerojê de faşîzma AKP û MHP'ê û hevkarên wan yên mafya û çete wê hîna êrîş û qetlîaman bikin ne diyar e û her çiqasî ew bi êrîş û zextên xwe dixwazin çong li HDP'ê daynin bila ev dewlet, desthilatdarî û hevkarên wan bizanin ku HDP serî netewand, natewîne wê vê faşîzmê têk bibe.”
 
'Ew çiqas êriş bikin em ê bi hêztir bibin'
 
Ahmet Turk jî mafê axaftinê girt û wiha got:"Em ji bo yekitî û demokrasiya gelan têdikoşin. Em partiya demokrasiyê ye, partiya aştiyê û wekheviyê ne. Lewra rexmê van yekan jî rastî êrişên terorîzekirinê tên. Ew dibên ka wê bi vî rengî me tune bikin. Di vir ew şaş in. Ew çiqas bi ser me de werin, em ê bêhtir serî rakin û serî hilbidin. Lewra ji bo em bigihêjin serkeftinê jî pêwîste em têkoşîna xwe xurttir bikin. Rast e em di pêvajoyên zehmet re derbas dibin lê hûn jî dizanin bi qasî ku em bi quwet dibin ew jî êrişên xwe mezintir dikin. Wê bi vî rengî xwe û Tirkiyeyê jî ber bi tunebûnê û hilweşînê ve bibin. Bila baş bizanin zû yan dereng em ê hesabê rêhevalên xwe bipirsin."
 
Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî bi dirûşmên “Şehît Namirin”, “Denîz Poyraz Nemir e”, “Jin Jiyan Azadî”, “Hêrsa Dayikan Wê Qetilkaran Bixeniqîne”, “Qetilkar AKP ye û Piştgir MHP ye” bi dawî bû.