Îdiaya 'Polîsan qeydên qemerayê jê birine'

  • 12:17 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Hat îdiakirin polîsên Îzmîrê, piştî ku hemû qeydên kamerayên kargehên têketina avahiya ku xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz lê hat qetilkirin birin, qeydên kamerayan jê birin. 
 
Êrişkar Onur Gencer di êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir. Hat hîn bûn ku polîsan dest danîne ser qeydên kamerayên têketina kargehê û hat îdiakirin dûr e qeyd jê birine. Hat diyarkirin ku piştî ku polîsan qeydên kamereyan ên hefteyekê girtine, dîmen hemû jê birine. 
 
Esnafan gotin qeyd hatiye jêbirin
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê xebatkarên kargeh û esnafên derdorê yên ji ajansa MA'yê re axivîn, diyar kirin ku polîs di saetên serê sibehê de hatin cihê kar, qeydên kamereyan ên hefteyekê girtin û pişt re qeyd jê birin. Esnafan bi lêv kirin ku polîsan tu hêcetên qanûnî pêşkeşî wan nekirine û qeydên di cihazî de jê birine.