Hunermendan bertek nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz da: Bêdeng nemînin

  • 12:07 18 Hezîran 2021
  • Rojane
Marta Sokmek
 
İSTANBUL - Hunermendên ku bertek nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz a li rêxisitna HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin dan, diyar kirin ku îqtîdarê HDP hefef nîşan daye. Hunermendan diyar kirin ku divê li hemberî vê hovîtiyê  tu kes bêdeng nemîne. 
 
Duh Onur Gencer bi ser Avahiya HDP'ê ya Partiya Demokratîk a Gelan de girt û Denîz Poyraz a li avahiya partiyê qetil kir.Gumanbarê ku piştî bûyerê polîsan ew girt bin parastinê di bin çavan de tê girtin. Li hemberî bûyerê ji çar hêlên TIrkiyeyê bertekên hatin nîşan dan berdewam dikin. 
 
Lîstikvan Denîz Turkalî, Tulîn Ozen, derhêner û senarîst Yeşîm Ustaoglu û hunermend Pinar Aydinlar bertek nîşanî qetlîamê dan. Hunermendan diyar kir ku ji ber HDP hedef hatiye nîşandan Denîz hatiye qetilkirin. 
 
'Ji ber dijminantiya li hemberî HDP'ê û kurdan ev bûyer pêk tên'
 
Lîstikvan Denîz Turkalî, diyar kir ku heta dijminantiya li hemberî HDP'ê û Kurdan neqede wê bûyerên bi vî rengî bidomînin û wiha berdewam kir: "Li aliyekî ji Peymana Stenbolê vedikişin û li aliyekî jî dijminantiya li hemberî kurdan û HDP'ê. Em dibêjin êdî bese û em nema dikarin tehamûl bikin. Ez van hemû pêkanînan şermezar dikin.Divê ji her hêlên Tirkiyeyê bertekên li hemberî vê qetlîamê zêde bibin. Denîz herî dawî ev bang kir: "Polîtîka li qadan tê krin lê her ku em dadikevin qadan em bi bertekên ne ji rêzê re rûbirû dimînin." 
 
'Ev qetlîameke bi destê dewleê hatiye kirin e'
 
Pinar Aydinlar jî diyar kir ku hevaleke wan ya hêja xebatkara partiya wan Denîz qetil kirine,  ev qetlîama hatiye kirin ne tesaduf e û got ku ew vê baş dizan. Pinar wiha berdewam kir: "Ev kuştin bi destê dewletê hatiye kirin  û ji aliyê medyaya alîgir ve jî tê xestin ku wekî şer bê pênasekirin. em dizanin ku di bin vê êrîşa hatiye kirin de têkiliya dewlet û mafyayê heye. Serok komar Tayyîp Erdogan herdem HDP'ê dike hedefa xwe û her roj tehdît dike. Bila tu kes hewl nede ku kesên li derdora HPD'ê bîne rê. " Pinarê herî dawî got ku dê hesabê hemû qetlîaman bê pirsîn û wê hesabê qetilkirin Denizê jî di serî de jin bipirsin." 
 
'Rojeke din a bi êş..'
 
Lîstikvan Tulîn Ozen jî xemgîniya xwe ya ji ber qetilkirina Denîzê anî ziman û got, "Ewkî hemwelatiyek me dîsa dît ku em hatine xapandin û medît ku tu kes nirx nade me. Em dîsa dibînin ku mêjiyê hinekan bi kîn û nefretê hatiye dagirtin û em dibînin ku jiyana me wekî amûrê guhertina rojevê tê bikaranîn. îro rojeke bi êş e...Ez dibêjim adalet demokrasî û aştî."
 
'Provokasyona ku tê xwestin bê kirin li ber çavan hat raxistin'
 
Derhêner Yeşîm Ustaoglu jî diyar kir ku îqtîdarê HDP kiriye hedefa xwe û bi qetilkirina Denîz poraz re provokasyona dihat xwestin bê kirin li ber çavan hatiye raxisitn.  Yeşîmê wiha dirêj îda axaftina xwe: "Dilê me hemûyan diêşe. Ev qetlîam û operasyon dibe ku berdewam jî bikin.Her kesê ku wijdanê wan hebe divê vê qebûl nekirin û li hemberî van provokasyonan hişyar bin."