12 rêxistinên hiqûqê: Em qatilên Denîz nas dikin

  • 11:40 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Derbarê qetilkirina xebatkara HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz de 12 rêxistinên hiqûqê daxuyaniyekê hevpar dan û gotin: "Em ji wêne û gotinên nîjatperest ku qatilê li ser hesabê medyaya dijîtal par ve kirî, ku ev qatil bi rehetî ji niqteya polîsan, wesayitên polîsan, ji nav dehan polîsan ku peywirdar in  HDP'ê 'biparêzin' derbas bûyî çûyî avahiya HDP'ê, hewl dayî avahiyê bişewitîne nas dikin." 
 
Xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyraz (38) di êrişa bi çek a li hemberî avahiya HDP'ê de hat qetilkirin. Derbarê mijarê de 12 rêxistinên hiqûqê daxuyaniyek hevpar dan.
 
Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Piştevaniya Parêzeran, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Stenbolê, Koma Parazvanên Hemdem, Hemdem, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Parêzerên Beşdarvan, Hiqûqa Civakî, Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parêzerên Demokrastîk Azadîxwaz û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî bi sernafê “Em qatilên Denîz nas dikin, emê teslîmî bêhiqûqiyê nebin” daxuyaniyek hevpar dan. 
 
Daxuyaniya hat dayîn wiha ye: 
 
"Gefên bloka desthilatê di serî yên li ser HPD'ê û muxalefetê, berdevkên wan ku her roj di weşanên zindî de HDP'ê terorîze dikin kevirên rêya ber bi kuştina Deniz ve danîne.'
 
Ên ku bi rengekî lêrawestiyayî doza girtinê li HDP'ê vekirin û piştî îdîaname hate vegerandin ji kursiyên meclîsê hevkarê desthilatê ku bi rengekî tund gef li Dadgeha Destûrê xwarî, serokkomar ku ji muxalefetê re gotî, 'ev hê rojên we yên xweş in', di danişîna dozê de ku li nav raya giştî weke doza Kobanê tê zanîn û hevserok, wekîl, siyasetmedarên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û DBP'yî jê têne darizandin yên ku provakasyon kirin, organîzatorên êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ne û her wiha pêvajoya ber bi qetilkirina Deniz Poyraz jî wan organîze kiriye.
 
Wezîrê Karê Navxweyî ku li kampûsa girtîgehê ya Sîncanê ya doza Kobanê destûr dayî ku beriya bi rojekê dema danişînê kesên ku weke 'muştekî' bin anîne hêwana danişînê, bi deqeyan li korîdoran dirûşm gotin û xwestin provakasyonê bikin, her wiha berpirsê erîşa li ser HDP'ê ya li Izmîrê ye û berpirsê kuştina Deniz Poyraz e.
 
Em ji wêne û gotinên nîjatperest ku qatilê li ser hesabê medyaya dijîtal par ve kirî, ku ev qatil bi rehetî ji niqteya polîsan, wesayitên polîsan, ji nav dehan polîsan ku peywirdar in  HDP'ê 'biparêzin' derbas bûyî çûyî avahiya HDP'ê, hewl dayî avahiyê bişewitîne  nas dikin, ji komkujiya Garê ya Enqere, ji komkujiyên Pirsûs û Amedê û yên din em nas dikin û dizanin.