Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin

  • 10:07 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedarên jin ên ku ji ber 'Doza Kobanê' tên darizandin, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin û gotin: "Em zanin êriş ji ku hatiye."
 
Siyasetmedarên jin ên ku di 'Doza Kobonê' tên darizandin, têkildarî êrişa li hemberî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz daxuyaniyek bi rêya parêzerên xwe dan.
 
Bi navê jinên dîlgirtî Sebahat Tûncel ev peyam da:
 
"Bi navê jinên ku di dosya HDP'ê de têne darizandin, em vê êrişa li dijî partiya me lanet dikin. Hevrêya xwe Denîz Poyraz bi rêzdarî bi bîr tînin. Sersaxiyê ji malbata wê, partiya me û dostan re dixwazin. Em zanin ku ev êrişên li dijî partiya me, li dijî gel û jinên kurd ji ku têne kirin.
 
Nûnerên bloka faşîst, olperest, zayendîperest, neteweperest, tekperest ên ku hewl didin bi şerê nava gelan desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle û welat bixe nava tarîtiyê, bingeh ji vê êrişê re amade kirine. Rabûna li ber van êrişan tê wateya israra ji bo biratiya gelan, aştî, demokrasî û azadiyê. Li dijî vê zîhniyeta faşîst ku dixwaze Tirkiyeyê ber bi zinar ve dehf bide, di serî de jin em bang li hêzên demokrasî û azadiyê dikin ku helwestê nîşan bidin. Jin, jiyan, azadî."