Jinan li dijî qetilkirina Denîz Poyraz banga serhildanê kir

  • 10:06 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX/MÊRDÎN - Jinên Şirnex û Mêrdînê, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin û banga serhildanê kirin. Jinan got: “Ev komkujî bi plan hatiye kirin û anîn ziman ku wê li dijî vê qetilkirina bi pilan bi hezaran Denîz rabin ser piyan.”
 
Duh di êrîşa li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demorkatîk a Gelan(HDP) a Bajêrê Îzmîrê de Denîz Poyraz ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin. Qetilkirina Denîz Poyraz di serî de bu sedema bertên tund ên Gelê Kurd û ji hêla gelek sazî, dezgehên navneteweyî, partî û gelan ve hat şermezarkirin. Bertekên li hemberî qetilkirina Denîzê her ku diçe zêde dibin. Jinên Şirnex û Mêrdînê jî ku qetilkirina Denîzê şermezar kirin û gotin dem dema serhildanê ye. 
 
‘Ev êrîş bi taybetî li dijî vîna Gelê Kurd û vîna jinê ye’
 
Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û di serî de ji malbat wê re ji tevgera jinên kurd û Gelê Kurd re sersaxî xwest. Bêrîvan, anî ziman ku ev bûyer berdewamiya lîstikên qirêj ên îktîdara AKP û MHP’ê ye û got: “Ev êrîş li dijî partiya me û hevala me Denîz Poyraz bi zanebûn hatiye kirin. Em êrîşên bi vî rengî ji salên 90'î ve li hemberî siyaseta kurd dibînin û ev êrîş jî berdewamiya van êrîşan e.  Şerê navxweyî di nav gel û bajêran de li me didin ferzkirin û ewlehiya me nemaye. Li Tirkiyeyê li hemberî siyast, ziman û îradeya Gelê Kurd êrîş heye." 
 
‘Ev komkûjî bi zanebûn û plankirî hat kirin’
 
Bêrîvanê, wiha berdewam kir: “Divê em jin, ciwan û Gelê Kurd rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Çawa ku nasname û zimanê me hewl dide tune bikin, niha dixwazin dengê me jî tune bikin. Îro li çar parçeyê Kurdistanê bi pey kurdan ketine û kurdan dikûjin. Ev êrîş bi destê pergalê pêk hat. Ji bo ser bûyerên xwe yên qirêj ên wek dizî, jîtem û gelek tiştên din bigirin vî tiştî pêk anîn. Ji bo ku ser îtîrafên pêşkêşê mafyayê bigirin pêvajoyê berovajî dikin. Di vê demê de girtina HDP’ê dîsa kirine mijar û bi fîzîkî êrîşî me dikin û dikûjin. Ji ber wê yekê jî di vê pêvajoya ku girtina HDP’ê di rojevê de ye, ev bûyer pêk hat netesadûfî ye. Ev komkûjî bi zanebûn û plankirî hat kirin. Bi kûştina hevala me dixwazin peyamê bidin me. Ji me re dixwazin bêjin ‘mafê we yê siyasetê nîne. Em ê we biqedînin.’ Di her aliyî de li dijî me kurdan qirkirin dane destpêkirin. Ev kûştin bêyî agahiya Erdogan û Soylu nehatiye kirin. Divê em êdî rabin ser piyan û bêdeng nemîn. Em dizanin ku hiqûq jî li gorî wan tevdigere.  Divê gelê me êdî bêje bes e. Ji ber ku îktîdarê îro êrîşî vîna me kir. Kesên ku dema em dertên kolanan me didin sekinandin û nasnameyên me dipirsin, ê ku çek di destan de dikeve avahiya me nadin sekinandin. Agahiya dewletê ji vê komkûjiyê hebû. Ji ber ku bi agahiya wan hat kirin.  Qirkirinên siyasî bi taybetî li ser jinan tên meşandin. Kesên ku azadî û demokrasiyê diparêzin daxwaziya me ji wan ev e ku bila êdî bêjin bes. Kesên ku ewlehiya me diparêzin bûne çete. Êdî em dengê xwe bi hevre bilind bikin.”
 
‘Bila edalet cihê xwe bibîne’
 
Sekretera Jin a Egîtîm-Sen a Şirnexê Serap Ok jî destnîşan kir ku di encama hedef ûgirtina partiya HDP’ê de Denîz Poyraz bi zanebûn hatiye qetilkirin û bi lêv kir: “Di encama gotinên îktîdar û polîtayan de ev komkûjî pêk hat. Ji ber hevalekw me y jin hat qetilkirin em gelek xemgînin. Daxwaziya me ew e ku bila kûjer cezayê herî giran bigire û edalet cihê xwe bibîne. Li dijî kaosa rêxistinkirî em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û aştiyê hertim bimeşînin û bilind bikin.”
 
‘Wê bi hezaran Denizên din rabin’
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad ya Mêrdînê Eylem Amak jî bi lêv kir ku kûjer bi destên dewletê tê parastin û wiha pêlda axaftina xwe: “Bi mehane ji aliyê îqtidarê ve û ji aliyê serokwezîrê karên hundir ve li dijî partiya me polîtîkayên dijminatiyê tên meşandin. Ji bo girtina partiya me û endamên me çi ji destên wan tên dikin. Li dijî me gel tije dikin. Hinek malbatan birêxistin dikin û dişînin ber avahiya partiya me. Ango em encamên van polîtîkayan ji bi eşkereyî dibînin. Ew guleya ku berdan Denîz Poyraz berdan hemû kurdan. Ew êrişa li dijî nirxê me bû. Saziyên me û partiyên me 24 seetan di bin çavdêriya polîsan de ne. Em dipirsin, dema Denîz hate qetilkirin hûn li ku bûn? Bi zanabûn êriş nehat astengkirin. Dijminê xwînmij nehate rawestandin. Heta ku piştî wî kesî Denîz qetilkir û ji aliyê polîsan ve hat parastin. Di medyaya civakî de hemû parvekirinên wî dibînin. Parvekirinên wî yên nîjadperest pişta xwe bi çi germ kiriye diyare. Bi plan qetlîam pêk hat. Lewra bila baş bizanin, weke diya wê dibêje 'Wê Denizek here û wê bi hezaran Denîz li pey wê rabin'. Em hemû rêhevalên Denîz in û emê hesab bipirsin.”
 
‘Em serî netewînin’
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Derya Akyol jî wiha destnîşan kir:  “Îro li pişt pankarta ku li ser nivîsiye ‘88 jin hatine qetilkirin’ rêhevala me Denîz Poyraz hate qetilkirin. Ev dîmen ji xwe her tiştî dibêje. Êrişa li dijî kesên demokrasîxwaz roj bi roj zêde dibe. Ev pirsgirêkeke siyasî ye. Ango ji ber sedemên hişmendiya zayendperest, nîjadperest ya sîstemê, ji ber polîtîkayên wan yên bê cezatiyê ev êrîş  tên kriin. Li hemberî kesên ji bo demokrasiyê kedê didin û siyasetê didin meşandin heta roja îro bi hezaran girtin, binçavkirin, êriş, gef û weke din astengî hatine derxistin. Beriya niha jî êriş li ser avahiya HDP’ê hat pêkanîn, lê belê li dijî cezakirinê, bi rihê xwe yê nîjadperest ji wan re li çepikan xistin. Zimanê îqtidarê yê ku newekhevîxwaz, faşîzan û nîjadperest van êrişan meşrû dike. Qetilkirina rêhevala me Denîz  bi vî zimanê îqtidarê hat înşakirin. Lê bele weke diya Denîz jî dibêje 'em ê li dijî hişmendiya zayendperest û nîjadperest serî hildin û em ê serî netewînin'.”