HDP’ê ji bo Denîz Poyraz nobed girt

  • 09:35 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan a navçeyên Artuklû û Nisêbînê bi armanca şermezarkirina qetikirina Denîz Poyraz deriyên avahiya xwe negirtin û di hindirê partiyê de nobed girtin. Li pêşiya avahiyê jî wêneyên mezin ên Denîz Poyraz hatin daliqandin.
 
Mêrdîn bi şev li dijî êrişa li Îzmîrê ya li ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nobedê de bû. Bi dehan HDP’yî ji bo şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz li navçeyên Artûlû û Nisêbînê nobet girtin û fenerên avahiyê vekirî hiştin. Li ber deriyê avahiya HDP’ê wêneyên mezin ên Denîz Poyraz ên ku li ser “Deniz Poyraz nemir e ” hatibû nivîsandin hat daliqandin.
 
HDP’yî heta serê sibehê jî nobeda xwe li ber deriyê partiyê dan berdewamkirin.