Dayik û bavê Denîzê: Denîz keça gelê Kurdistanê ye

  • 09:19 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Melike Aydin
 
ÎZMÎR - Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehime Poyraz û  Abdurillah Poyraz ên di şîna Denîzê de axivîn diyar kirin ku ew li dijî dijmin serî natewînin û gotin ew ê têkoşîna Denîzê bidomînin. Her wiha banga yekîtiyê li gelê kurd kirin. 
 
Do li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êrişa nîjadperest hat kirin. Ji do heta niha ji bo Denîz Poyraz a di êrişa nîjadperestî de hat qetilkirin çalakiyên şermezarkirinê didomin. Tê payin îro bi girseyeke mezin Denizê bê veşartin. Malbata Denîzê dê şîna Denîzê li mala xwe ya li Kuçeya Ballikuyu ya navçeya Konakê daynin. Dayika Denîz Poyraz, Fehime Poyraz da zanîn Onur Gencer ê Denîzê qetil kiriye hêzeke paramiliter a perwerdekirî ye. Bavê Denîzê, Abdurillah Poyraz banga yekîtiyê li gelê kurd kir. Rêvebira HDP'ê ya Îzmîrê Rahime Turan jî da zanîn Denîzê ne yekem e ne jî ya dawî ye bi hezaran Denîz hene. 
 
'Min li ber tu kesî serî netewand'
 
Fehimeyê da zanîn Denîzê keça hemû gelê kurd e û wiha got:"Min li hember dijmin serî netewand. Min ji eniya keça xwe maç kir. Gule bera serê wê û sînga wê dane. Tîmê taybet e xwedê dizane li ku hatiye perwerdekirin. Hemû polîs li wir sekinîbûn. Dema gel xwedî derket nikaribûn tiştek bikirana. Me şandin malê lê gelê me li wir disekinin (Edliyeya Bayrakliyê). Keça min dîsa ne keça min bû. Ew xebatkara partiyê bû. Ew jî tevlî karwana şehîdan bû. Serê me bilind e. 10 hezar polîs hatibûn min li ber yekî jî serê xwe netewand. Ez li wir jî qêriyam. Ez dayika yên li girtîgeha me. Ez dayika şehîda me. Ew çi dikin bila bikin em serbilind in. Em li ser lingên xwe disekinin. Em li pişta zarok û şehîdên xwe ne. Em ê rêya wan terk nekin."
 
'Ya girîng yekîtiya me ye'
 
Bavê Denizê, Abdurillah Poyraz banga yekîtiya gelê kurd kir û wiha got:"Denizê ne tenê keça min e. Denîz keça gelê Kurdistanê ye. Yên li çiyayan jî zarokên min in. Rêberê me jî 22 sal in di girtîgehê de ye. Em çi bikin jî kêm e. Em deyndarê vî gelî ne. Em çiqas bedel bidin jî deynê me yê vê civakê nayê dayin. Denîzê ew ê ne ya yekê be ne jî ya dawî be. Bi înşallahê tu tiştek nabe. Ya girîng yekîtiya me ye. Şehîd ên me hemûyan e. Sêvê Demîr û Pakize Nayir jî şehîd ketin. Lokman Birlik li dû panzêrê kaş kirin. Mehmet Tunç şehîd ket. Bi hezaran Deniz hene."
 
'Ji destên Tayyip û ekîba wî bê wê êrişî Kurdistanê bike'
 
Abdurillah wiha dewam kir:"Bila serê gelê kurd û HDP'ê sax bin. Bila serê gelê kurd ê bi namûs, bi şeref û bi wicdan sax be. Zarokên hemû gelê kurd zarokên min e. Em li kîja bajarê Kurdistanê bin bila be em hemû yek in. Ji destên Tayyip û ekîba wî bê wê êrişî Kurdistanê bike. Ew ê bi têkoşîna gelê kurd bi ser nekevin. Ew ê xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Bila serê hemû kesî sax be."
 
'Bi hezaran Deniz hene'
 
Rêvebira HDP'ê ya Îzmîrê Rahime Turan da zanîn gelê kurd her dibin hedef û wiha got:"Em Denizê bînin ber çavên xwe û xwedî li hevdu derkevin. Deniz ne ya yekem ne jî ya dawiyê ye. Seyid Riza qetil kirin. Bi hezaran Seyid Riza derketin. Şêx Seîd qetil kirin. Bi hezaran Şêx Seîd derketin. Sêvê kuştin. Bi hezaran Sêvê hene. Bi hezaran Deniz hene."