'Kampanya li dijî siyasîbûna hiqûqê hatiye destpêkirin'

  • 09:07 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Parêzer Şukran Ozturk, da zanîn ku pergala tecrîda Îmraliyê di qanûna tu hiqûqê de tune ye û got armanca wan ev e ku bi zimanê hiqûqê  bersivê bidin siyasîbûna hiqûqê.
 
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe di 8’ê Mijdara 2018’an de ket greva birçîbûnê û bi tevlibûna girtiyan di roja 200’î de bi dawî bû. Bidawîbûna çalakiyê re Abdullah Ocalan di dîrokên cuda de 5 hevdîtin pêk anîn. 
 
Hevdîtina dawî ya parêzeran di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat û ji wê demê heta niha hemû serlêdan bi hincetên cezayên dîsîplînê tên redkirin. Li hember vê girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’î de ji nû ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
 
Li ser bertekên rayagiştî di 24’ê Adara 2021’ê de Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û di deqeya çaremîn de hatibû birîn.
 
Li dijî pergala tecrîda li Îmraliyê 770 parêzerî kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  ya Îzmîrê, Şukran Ozturk da zanîn ku tecrîd bixwe re binpêkirina mafan tîne û got armanca kampanyayê ev e ku dijhiqûqiya heyî bê deşîfrekirin. 
 
‘Li dij hiqûqê ye’
 
Şukranê bi lêv kir ku pergala tecrîda li Îmraliyê li tu deverê cîhanê tune û di pergala hiqûqê de tune û got: “Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî di biryara xwe ya derbarê Abdullah Ocalan de gelek binpêkirin tespît kir. Astengkirina hevdîtinan, bênavber tecrîd di pergala înfazêde tune ye. Pergala înfaza cezayê li ser cezakirina kes nayê avakirin, di heman demê de qanûnên ku bi civakê bidin qezenckirinê ne jî. Lê pergala tecrîda Îmraliyê ne tenê li dij mevzuata Tirkiyeyê, li dijî hemû rêbazên mevzuatê ne.”
 
‘Mafên girtiyan hene’
 
Şukranê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li gorî mevzuata neteweyî û navneteweyî kesên girtî li gorî kesên li derve azad in, di hinek rewşan de dikarin bên sînorkirin û got: “Mafên wan ên jiyan, tenduristî, ragihandin, jiyana taybet diparêze. Pergalên înfazê li ser vê bi teşe dibin. Biryarên kongreyên ku  CPT, Peymana Ewropa û Konseya Ewropayê jî li ser vê teşe dikin.”
 
Şukranê destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina bi parêzeran re jî tê de, hemû serlêdanên tên kirin bê encam dimînin û tecrîd bi xwe re nezanebûnê jî tîne. Şukranê wiha dirêjî dayê: "Malbat û parêzer jî ji rewşa wir agahdar nînin. Teşhîs ji xwe vê nezanîbûnê jî dihewîne."
 
‘Li girtîgehan jî binpêkirin zêde bûn’
 
Şukranê balkişand ser bandora tecrîdê ya li ser hemû qadan û wiha pê de çû: “Tecrîdê bandor li ser girtîgehên din jî kiriye. Bi binpêkirinan armanc dikin ku girtiyan ji malbat û civakê dûr bixin û bi vê re jî binpêkirina mafan zêde dibin. Di hevdîtinên em bi muvekîlên xwe re dikin de jî pisgirêk dertên. Bi pandemiyê re pêkanînên tecrîdê giran bûn.”
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de da zanîn kampanyaya hatiye destpêkirin bi armanca teşîrkirina dijhiqûqê ye û wiha dawî lê anî: “Ji bo hiqûq pêk bê û dijhiqûqî bi dawî be ev kampanya hat destpêkirin. Em ê li dijî dijhiqûqiyan bi zimanê hiqûqê bersivê bidin wan.”