Jin ji bo Peymana Stenbolê li qadan e

  • 09:05 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan ji bo mîtînga ku ji bo Peymana Stenbolê sibehê pêk tê, bang kirin û gotin: “Em diçin ku piştevaniyê mezin bikin. Mîtîng  ji bo kesên ku çav berdane destkeftiyên jinan dê bibe bersiv. Em diçin ku hêviyê mezin bikin.”
 
Beriya 1’ê Tîrmehê ku wê Peymana Stenbolê bi giştî ji meriyetê bê rakirin, bi banga Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) wê di 19’ê Hezîranê de li Perava Maltepeyê saet di 13.00’an de ‘Mîtînga Jinan a Mezin’ pêk bê. Jinan ji bo tevlîbûna mîtîngê bang kirin.
 
Yek ji bajarên ku bang hat kirin Îzmîr e. Di mîtîngê de wê dirûşma ‘Em dest ji peymana Stenbolê bernadin’ wê derkeve pêş. Jinan diyar kirin ku ew ji bo mezinkirina piştevaniyê diçin.
 
‘Peyman ji derve nehat ferzkirin, li meclîsê hat qebûlkirin’
 
Ji Platforma EŞÎK'ê Kizbes Aydin bi lêv kir ku peyman ji aliyê TBMM’ê ve hatiye qebûlkirin û bi biryara yek kesî nikare bê feshkirin û wiha got: “Weke ku ji derve li wan hatiye ferzkirin nîşan didin. Metna wê li Tirkiyeyê jinan amade kir. Hulya Gulbahar, Gulsum Bîlgegehan û heta wê demê wezîra dewletê Fatma Şahîn. Çima niha li dijî wê derdikevin? Bêyî newekheviyê bike, hemû welatiyan li dijî şîdetê diparêze. Bi vekişîna peymanê em dibînin ku riya şîdeta li hember jinê vedikin. Piştî gotina ‘em vedikişin’ şûnde şîdeta li ser jinê zêde bû. Cesareta gumanbaran zêde kir. Ji bo em dengê xwe li dijî vekişînê bilind bikin em rêxistinên jinan wê li qadê bin.”
 
‘Dijmin mezin e lê em hîn bêtir xurt in’
 
Ji Piştevaniya Mor, Buşra Yeşîlbaş jî  daxuyakirin ku mîtînga li Stenbolê wê pêk bê, dikare wek yekbûna hemû protestoyên der barê feshkirina peymanê de bê binavkirin û got ji sala borî meha tebaxê heta niha piştî gotinên vekişîna peymanê derketine holê şûnde têkoşîn dane û jin ji ber vê rastî lêgerîna tazî, îşkence û girtinan hatine. Buşrayê wiha dirêjî dayê: “Zextên li hember Komeleya Rosa, bi tayînkirina qeyûman, taloqkirina xebatên jinan û biryarên feshkirinê me dîtin. Ji ser jinan xebatên qeyûm meşandin. Dijminekî mezin li hember me heye. Lê em hîn bêtir xurt bûn. Em peymanê ji mafyayê re, ji desthilatdariya yek kesî re nahêlin.”
 
‘Wê bibe bersiva kesên çav berdane destkeftiyên me’
 
Ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul jî balkişand ser girîngiya mîtînga ku wê sibehê bê kirin û ev tişt anî ziman: “Li dijî AKP ya faşîst û hem jî li dijî kesên çav berdane destkeftiyên jinan. Çalakiya nobeta vê hefteyê bû çalakiya nobetê ya banga ji bo 19’ê Hezîranê. Em ber bi 1’ê Tîrmehê ve diçin. Divê em hêza xwe bi bîr bînin û  jinan motîve bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku  di 1’ê Tîrmehê de hemû jin li kolanan bin.
 
‘Em ê heta nokteya dawî xwedî lê derkevin’
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê Ayşe Ozdamar jî daxuyakirin ku wê dirûşma ‘em dest ji peymanê bernadin’ wê di mîtîngê de bilind bibe û wiha bi lêv kir: “Feshkirina peymanê tê wateya ku pêşî li şîdeta li ser jin û zarokan bê vekirinê ye. Di 5 mehên ewil ên 2021’ê de li gorî daneyên fermî  95 jin hatine qetilkirin. Jin li malê, kargeriyê û kolanê rastî şîdetê tên. Em naxwazin zarokên keç di temenê biçûk de bên zewicandin. Peyman li dijî van zilman, ewlehiyek bû. Ji bo em vê ewlehiyê winda nekin, em bang li hemû jinan dikin. Em ê heta nokteya dawî xwedî lê derkevin.”
 
'Em ji bo mezinkirina hêviyê diçin'
 
Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em ê sibehê li Stenbolê bin. Em ji bo mezinkirina piştevanî û serhildanê diçin. Em dizanin ku jin hêza herî mezin in. Em dizanin ku wê jin her tim li eniya pêş bin. Em dizanin ku têkoşîna civakî wê bibe hêvî. Em ji bo mezinkirina vê hêviyê diçin.”