‘Di doza Kobanê de fikir û raman tên darizandin’

  • 09:04 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger 
 
ENQERE - Xwişka siyasetmedar Pervîn Oduncu ku yek ji siyasetmedarên ku ji doza Kobanê tê darizandin, Nevîn Çarkçilar, diyar kir ku doz dozeke ku naveroka wê vala ye û got: “Di doza Kobanê de hêmayek sûc tune. Ji ber kurdi n tên darizandin.”
 
Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Oduncu yek ji 17 siyasetmedarên jin ê ji ber doza  qirkirina siyasî ya Kobanê girtiye. Pervîn Oduncu di lêpirsîna Kobanê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye meşandin de di 25’ê îlonê de li Îzmîrê di serdegirtina malan de hat binçavkirin. Piştre hat girtin û şandin girtîgeha Jinan a Sîncanê. Pervîn ev 9 meh in girtî ye û dayika wê tevî temenê pêşketî û nexweşiya alzheîmerê piştî mehan şûnde keça xwe li salona rûniştinê dît. 
Dayika Pervînê, Hatîce Oduncu nêrînên xwe ji me re parve kir û xwişka wê Nevîn Çarkilar jî der barê dozê de nirxandin kir.
 
Piştî 9 mehan şûnde keça xwe li salona rûniştinê dît
 
Dayika Pervînê, Hatîce Oduncu, da zanîn ku kêf û hestiyarî bi hev re jiyaye û ji ber nexweşiya xwe nikaribû biçe hevdîtinê û got piştî demek dirêj Pervîn hembêz kiriye, demên hestiyar jiyane.
 
‘Mafê tu kesî tune ye azadiya mirovan sînor bike’
 
Nevîn Çarkçilar jî destnîşan kir ku pêvajo gelek zehmet e û di vê pêvajoyê de di alî aborî û manewî de zor û zehmetî jiyane û wiha dirêjî dayê: “Dikare darizandina negirtî jî bikin. Tu mafê kesî tune ku azadiya mirovan evqas sînor bikin. Di dosyayan de ji bilî nav û navnîşanê tiştek tune ye.”
 
‘Ji ber fikr û nêrînên xwe tên darizandin’
 
Nevînê daxuyakirin ku Doza Kobanê bi giştî ji lîstikan hatiye plankirin û got doz dozeke siyasî ye û wiha dawî lê anî: “Doz êrîşeke li hember kurdan e. Êrîşek li hember HDP’ê ye. Mirovan dikujin û ev jî sûcê mirovahiyê ye. Daraz ne daraz e. Ji xwe civak di alî aborî, tenduristî, civakî û siyasî de qedyaye. Desthilatdarî ji bo xwe hinek din xurt bike, berê xwe dide kurdan. Heta ji destê wan tên êrîşî kurdan dikin, hewl didin biçewisînin. Bi girtin, ceza, ji jiyana mirovan didizin. Yên tên kirin li tu deverê cîhanê tune ye.  Mêjiyên mirovan didarizînin. Di doza Kobanê de hêmaya sûc tune ye. Ji ber kurd in tên darizandin.”