Dayikên mexmûrî: Dijmin her dijmin e ya girîng yekîtiya kurda ye

  • 09:02 18 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Selma Oremar - Mizgîn Marînos
 
MEXMÛR - Dayikên mexmûrî, bal kişandin ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û gotin: "Em li dijî zext û zordariyan koçberê Başûr bûn, lê niha jî em bi zilm û zordariyê re rûbirûne. Lê rastiyek heye ku dema kurd bibin yek dê bi ser kevin. Ji ber ku dijmin her dijmin e ya girîng yekitî ye."
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Gelek sazî û dezgehên kurd li dijî êrişan bangewaziyên yekitiyê dikin. Ligel bêhelwestiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldan û xebatên li dijî êrişan didomin. Dayikên Aştiyê yên Herêma Federal a Kurdistanê ligel gotina Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê “Em tu komên bi navê aştiyê qebûl nakin” hewldanên xwe yên li dijî êrişan didomînin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî dayikên bi navê Cemîle Kara, Fatma Kara û Zeynep Kara bal kişandin ser êrişan û diyar kirin ku tekane rê yekitî ye. Fatma, Zeynep û Cemîle, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
 
Li şûna koletiyê koçberiyê bijartin
 
Cemîle, ji ber zilm û zordariyê berê xwe da Herêma Federal a Kurdistanê lê li Mexmûrê jî bi heman zilm û zordariyê hewl dide bijî. Cemileya ku 27 sal in jiyana wê li penaberiyê derbas bûye wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: "Ez wek dayikek ev 27 sal in penaber im. Ji ber zilm û zordariya dewleta tirk me gundê xwe terk kir û em koçber bûn. Me cerdevanî qebûl nekir. Me mala xwe, bax û bostanên xwe, cih û warên xwe hişt. Li şûna koletiyê me rêya koçberiyê bijart. Li vir jî li hemberî me zilm heye û her roj balafirên şer li ser wargehê difire. Li cihên ku zarok dilîzin û li cihên ku şivan heyî tên bombekirin."
 
'Dema kurd bibin yek dê bi ser kevin'
 
Cemîle, destnîşan kir li hemberî tevahiya kurdan êrişek heye û divê kurd li dijî êrişan bibin yek û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em bang li cîhanê, dewletên navneteweyî, sazî û dezgehên ku mafên mirovan û mafên penaberan diparêzin dikin û dibêjin berê xwe bidin wargehê. Li vir em çi dijîn û bila agahdar bin. Di serî de cih nedan me û em çûn gelek cihan. Herî dawiyê jî ji bo me cihê mar û dûpişkan ji me re veqedandin. Li vir ava vexwarinê jî tunebû. Me bi mirinê re rûbirû hiştin. Lê bi baweriyeke xurt em bi ser ketin û me li vir jiyaneke nû ava kir. Li gorî min heke Gele Kurd bi ser kev dê dijmin jî binkeve. Ji bo serkeftinê jî di vê di nav kurdan de yekitiyek pêk bê. Divê kurd li ber xwe bidin, bibin yek û tifaqa xwe pêş bixin."
 
'Ma ewqas zilm ne bes e?'
 
Fatma, jî wekî Cemileyê ji ber zextên dewletê koçberê herêmê bûye. Fatma heta îro 7 û 8 wargeh guherandiye ku heta ku xwe gihandiye Wargeha Mexmûrê. Fatma, diyar kir ku êdî zilma ku li hemberî me tê kirin bes e û wiha dest bi axaftina xwe kir. "Ji ber zilma dewleta tirk û hevkarên wî em her carî li cihekî çûn cihekî din. Ma ewqas zilm ne bes e? Ji wargehên Bihêrê, Bêsîvê, Geliyê Qiyametê, Etruş, Nînova, Nehdaran û heya wargeha Mexmûrê jî her tim li hemberî me êrişên dewleta tirk hebû. Li wargeha Geliyê Qiyametê û Etruş jî ambargo hat danîn. Li wargeha Nînovayê penaber hatin qetilkirin. Li wargeha Nehdaranê jî heman kuştin û êriş hebûn. Jiyana me her tim bi vî rengî derbas bû."
 
'Divê tu kes hevkariya dijminê xwe neke'
 
Fatma, da zanîn ku niha ligel ambargoya jî êriş jî didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel ewqas tiştên ku hatî serê me bila kesek nebêje 'Hûn tên xapandin', ji ber ku rastiyek li holê ye. Niha rastiyek heye û gel xwe gihandiye astekî û serkeftinekî. Livir gel bi hêza xwe xwe bi rêxistin kiriye û xwe bi rêve dibe. Niha dewleta tirk hem êrişê wargehê dike û hem jî axa Başûr dagir dike. Li vî herêmê herkes nêzikatî helwesta PKK'ê nas dike. Divê tu kes hevkariya dijminê gelê xwe neke. Li cihê ku ji hêla tirkan ve hatî bombekirin jî parka zarokan e, qada fûtbolê ye û derdora dibistanê ye."
 
'Li hemberî dijmin û zaliman rabin ser piyan'
 
Fatma, diyar kir ku divê tevahiya kurd li hemberî zalim û dijminên xwe li ber xwe bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez li vir bang li tevahiya kurdan û dayikan dikim ku li hemberî dijminê zalim rabin ser piyan. Li hemberî şerê birakujî serî rakin. Li dijî dijminên Gelê Kurd bibin yek. Divê kurd yekitiya xwe ava bike û rê nede ku axa kurdistanê bê dagirkirin. Jiyana me dayikan her tim bi derd, kul û rondikan derbas bû lê divê bê zanîn ku heta dawiyê em dest ji doza xwe bernadin."
 
'Dijmin baregehên xwe li herêmê ava kiriye'
 
Zeynep destnîşan kir ku êrîşên li Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê dê dijwar bibe û wiha bi lêv kir: "Ez ji pêşengên kurdan daxwaz dikim ku rê nedin şerê birakujiyê. Bila êdî xwîna ciwanên kurd nerije. Rejîma Erdogan hemû kurdê ku serî radike di zindanan de heps dike. Dijimê xwînxwar hemû baregehên xwe li herêma Kurdistanê ava kiriye. Roja ku karê wî li vir xilas bê dê destê xwe texe qiriqa te û dê bêje 'tu kêri civaka xwe nehatî, tu kêri min jî nayê'. Ji ber wê yekê em bang li we dikin ku hûn ji rêya nerast vegerin ser rêya rast û heqîqetê. Ligel dijminên Kurdistanê cih negirin û li gel birayên xwe cih bigirin. Dewleta tirkan kurdan bi kurdan dide kuştin. Ma heta kengê em ê bên lîstokên dijminan? Em kurd in û axa me yeke û axa Kurdistanê ye."
 
'Divê diyalog bê pêşxistin'
 
Zeynep di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ambargoya li hemberî Mexmûrê û got: "Ev du sal in li hemberî me ambargoyek heye. Destûr nayê dayîn ku nexweşên me biçin bijîşkan. Li hemberî her zilmê em dibêjin kongreyeke neteweyî avabikin û bibin yek. Di nav xwe de diyalogê pêş bixin. Dijmin her dijmine, ya girîng ew e ku em Kurd bibin yek."