Di meşa Silêmaniyê de banga yekitiyê hat kirin

  • 20:39 17 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê li Silêmanî meşek hat lidarxistin, di meşê de banga yekitiyê hat kirin.  
 
Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê îro li Silêmanî meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş ji hêla 11 kom û rêxistinên cûda û tevî hunermendan hat organîzekirin.
 
Hunermend, rêxistin û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di meşek girseyî de li Silêmaniyê bi yek dengî daxwaza bi dawî anîna êrişên dewleta Tirk a li ser herêmê kirin. Di saetên êvarê de meş destpê kir.
 
Di meşê de hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr û Şandeya Aştî ya Navenetewî jî amade bûn. Di meşê dirûşmên wekî “Bijî yekitiya Gelê Kurd”, “Bo derewe bo derewe supay Tirk bo derewe”, “Bijî berxwedana Avaşîn” û “Bijî berxwedana Metîna” qêriyan.
 
Piştî meş gihişt cadeya Saholeke peyam hatin xwendin. Li ser navê Tevgera Azadî peyam ji aliyê Rehman Resûl ve hat dayîn û wiha hat gotin: "Divê em berê çekên xwe bidin dijmin, ne bidin birayê xwe. Ji bona wê daxwaz ji pêşmergeyan dikîn tevlî vî şerî nebin.”
 
Piştre peyamên Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizba Şuî Kurdistan û Şandeya Aştî û Azadî ya navnetewî hatin xwendin. Di peyaman de daxwaza pêşîlêgirtina şerê Kurd bi Kurd û bi hêzkirina helwesta li dijî Tirk hat kirin.
 
Piştre hunermendan bi helbest, şano û stranên xwe helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşandan. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî hat.