Li Amedê li dijî astengiyan çalakiya rûniştinê

  • 19:20 17 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, KCD, DBP, HDP û TJA xwestin li Amedê daxuyaniyî bidin çapemeniyê lê daxuyanî hat astengkirin. Girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ku 203 roj in didome, bi dirûşma "Tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşinin" xwestin li Kolana Hunerê ya semta Ofîsa Yenîşehira Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. 
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydeniz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Remziye Tosun, Dêrsim Dag, Hîşyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Îmam Taşçier, Murat Saricaç, Feleknaz Uca, Tayîp Temel, Mahmut Togrul, Mehmet Ruştu Tiryakî û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêveber û hevserokên HDP û BDP'ê yên bajarên derdorê û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê tevlî daxuyanibûn. 
 
Tevlîbûna welatiyan a daxuyaniyê ji hêla polîsan ve hat astengkirin û ketin û derketina Kolana Hunerê bi bariyeran hat girtin.  Her wiha Rêxistina HDP'ê ya Yenîşehira Amedê jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girse bi çepik û dirûşmeyan bertek nîşanî astengiya polîsan da. Gelek esnaf ji bo piştgiriyê bide çalakiyê kepengên xwe girtin. Li dijî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê hat destpêkirin.