Pervîn Buldan: Denîz dê bibe ronahiya têkoşîna me

  • 19:04 17 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li Îzmîrê bi gel re civiya û diyar kir ku divê bûyer bê lêpirsinkirin û got: "Kujer piştî çend sal şûnde dê serbest bê berdan. Em êdî wan derewan bawer nakin, êdî bes e. Denîz dê bibe ronahiya têkoşîna me." 
 
Di êrişa li hemberî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Îzmîrê de Denîz Poyraz ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina Denîzê didomin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan hat Îzmîrê. Bi hatina Pervînê re bi hezaran kes li ber avahiya HDP'ê ya bajêr kom bûn. 
 
Pervîn li vir axaftinek kir û wiha bal kişand ser qetilkirina Denîzê: "Kesên ku her roj derdikevin televîzyonan û di civînên xwe yên parlamentoyê de HDP'ê hedef digirin berpirsên qetilkirina Denîzê ne. Divê kesên ku li pişt cinayetê ne divê bên aşkerakirin û ev bûyer divê bê lêpirsinkirin. Kujer piştî çend sal şûnde dê serbest bê berdan. Em wan derewan bawer nakin. Êdî bes e. Denîz dê bibe ronahiya têkoşîna me."