Sazî û dezgehên navneteweyî: Ev qetilkirineke polîtîk a jinê ye

  • 17:51 17 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Qetilkirina xebatkara HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz ji hêla gelek sazî û dezgehên navneteweyî ve hat şermezarkirin. Endamên Însiyatîfa Parastina Kurdistanê jî got: "Ev qetilkirineke polîtîk a jinê ye. Ji ber ku jin bû, ji ber ku jinek aktîf a polîtîk bû, hate qetilkirin."
 
Gelek sazî û dezgehên navneteweyî nerazîbûn nîşanî qetilkirina xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyraz dan. 
 
Koma Çep a Parlementoya Ewropayê daxuyaniyek da û qetilkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê şermezar kir, diyar kir ku piştgirî didin HDP’ê û malbata Denîzê. Partiyê diyar kir ku divê YE’yê êdî li dijî polîtîkayên tundiyê yên Erdogan ên çewisandinê derbikeve.
 
Partiya Keskan a Ewropayê têkildarî qetilkirina Denîzê got: “Bi awayê herî tund hate şermezarkirin” ji bo her kesê ji êrîş bandor bûne di nava piştevaniyê de ne.
 
Ji Koma Çep a Parlementoya Ewropayê (PE) Parlamenterê Îtifaqa Sor-Keskan a Danîmarka Nîkolaj Vîllûsen cînayet şermezar kir û got: “Divê YE’yê li divî vê terorê daxuyanî bide, bang hate kirin ku divê dawî li kampanya li dijî HDP’ê tê kirin, bê anîn.^"
 
Partiya Podemos a peyemek da got: “Em êrîşa li ser HDP’ê û qetilkirin xebatkara partiyê Denîz Poyraz şermezar dikin. Sersaxiyê didin HDP’ê û malbata Denîzê. Divê Yekîtiya Ewropayê li dijî polîtîkayên zext û tundiyê bikeve nava liv û tevgerê.
 
Endamê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropa û Rektora Tirkiye ya PE’yê Nacho Sanchez Amor da destnîşan kir ku li pêşberî qetilkirina Denîz Poyraz şok derbaskirine û got: “Divê berpirsê vê êrîşa hovan e, derkeve pêşberî dadgehê. Divê dawî li kampanyayên siyasî yên li dijî HDP’ê bê anîn.”
 
Parlementera Partiya Çep a PE’yê Ozlem Alevî Dermîrel êrîş şermezar kir.
 
Seroka Partiya Îtifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Laclle jî bal kişand ku êrîş zêdebûna tundiyê li xwe digire, êrîş şermezar kir.
 
Parlemeterê Partiya Karker a Parlementoya Îngîltereyê Lloyd Rûssell-Moyle destnîşan kir ku bûyera pêk hatî, di asta şokê de bû, wê parlemento derbarê mijarê gotûbêjan bike.
 
Koordînatorê Enternasyonalîst ê Pêşverû Davîd Adler jî daxuyaniyek da û got: “Ev bûyera qewimî hovan e ye. Xemgîn û dibe sedema hêrsbûna mirov. Rejîma Erdogan her roja diçe zêdetir zalim dibe.
 
Endamên Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê ye daxuyaniyek da û qetilkirina Denîz Poyrazê şemezar kir û ev hate gotin: “Ev qetilkirineke polîtîk a jinê ye. Ji ber ku jin bû, ji ber ku jinek aktîf a polîtîk bû, hate qetilkirin.