Li Wan û Edeneyê qetilkirina Denîz Poyraz hat şermezarkirin

  • 17:41 17 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN / EDENE - Li Wan û Edeneyê qetilkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz hat şermezarkirin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Denîz Poyraz didomin. Li Wan û Edeneyê bertek hatin nîşandan. 
 
Li Wanê daxuyanî hat dayîn 
 
Çalakiya li Wanê li pêşiya avahiya HDP’ê ya Wanê hate kirin. DBP, TJA, Komeleya Jinan a Starê, DÎSK, Platforma Şaxên KESK’ê, OHD, TÛHAY-DER, Odeya Tabîban a Wanê û Colemêrgê jî di nav gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
 
Hevseroka HDP’a Ebexê Gonul Uzunbay diyar kir ku partiya wan bi mehan e ji aliyê Serokkomarê Tirk, Wezîrê Karê Derve û MHP’ê wekî hedef tê nîşandan û got “Demeke dirêj mudaxeleyî kujer nehatiye kirin û di êrişê de xebatkara me ya partiyê Denîz Poyraz hatiye kuştin. Ew ê rojekê dewran bigere, wê AKP  hesap bide gel.”
 
Li Edenê qetilkirina Denîz hat şermezarkirin 
 
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û kuştina Denîz Poyraz şermezar kir. Nûnerên HDK, CHP, EMEP, DAD û ÎHD jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Hevserokê HDP’ê yê bajêr Mehmet Karakiş diyar kir ku tu qetlîam ew ê wan nede sekinandin. Gel piştre çalakiya rûniştinê li dar xist û sloganên ‘Bijî berxwedana HDP’ê’ û ‘HDP gel e û gel li vir e’ berz kir. Çalakger piştre heta ber avahiya HDP’ê ya bajêr meşiyan.