BMG: Li dijî êrîşan em ê HDP'ê biparêzin

  • 15:28 17 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - BGM, bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir û got: "Em li hemberî êrişan banga parastina avahiyên HDP'ê dikin. Divê em li dijî provokasyonên li tax û navendan amade bin. Pêwiste em bi çalakiyan bertek nîşan bidin." 
 
Denîz Poyraz a li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê ji hêla Onur Gencer ve hat qetilkirin. Hêzên Têkoşîna Hevpar (BMG) derbarê qetilkirina Denîz û şewitandina avahiya HDP'ê daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Demek dirêje Wezîrê Karên Hindûr Suleyman Soylu avahiyên HDP'ê hedef nîşan dide. Gelek malbatan şandin li ber avahiya HDP'ê. Medyaya alîgir jî bi pergalî weşaneke paşverû da meşandin. Tezgehake provokatîf hat organîzekirin. Dezgehên dewletê di serî de cih girtin û bi fermî û rêxistinî li Îzmîrê li hemberî avahiya HDP'ê bi çekê provokasyonek pêk hat. Avahî hat şewidandin û xebatkara partiyê Denîz Poyraz hat qetilkirin.
 
Di sala 2015'an de jî li hemberî avahiyên partiyan êriş pêk hatin. Pakêtên bombeyî hatin şandin. Sedat Peker wan rastiyan bi daxuyaniyên xwe anî bû ziman. 
Tiştên ku hatî deşîfrekirin niha carek din li hemberî Gelê Kurd, hêz û rêxistinên şoreşger û demokratîk carek din pêk tê. Dixwezin HDP'ê bi provokasyonên paramiliter bigirin. Em di ferqa vê tiştî de ne. 
 
Em li hemberî êrişan banga parastina avahiyên HDP'ê dikin. Divê em li dijî provokasyonên li tax û navendan amade bin. Pêwiste em bi çalakiyan bertek nîşan bidin."