Cenazeyê Denîz Poyraz birin ATK'ê

  • 14:34 17 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR  - Cenazeyê Denîz Poyraz ku ji aliyê Onur Gencer ê êîrîş bir ser Avahiya HDP'ê ve hat qetilkirin, rakirin Morga Tipa Edlî.
 
Êrîşkarê nijadperest ku serê sibehê çû rêxistina Partiya Deimokratîk a Gelan (HDP), Denîz Poyraz a li avahiyê qetil kir. Piştî qetilkirina Denîzê li gel HDP'yiyan  gelek welatî çûn avahiya HDP'ê ya Bajrê Îzmîrê. Avahiya ku hat dorpêçkirin dozgerê hat cihê bûyerê lêkolîn kir.  
 
Piştî lêkolîna ku hat kirin cenazeyê  Denîzê, ji bo otopsiyê bi ambulansêbirin Morga Tipa Edlî. 
 
Herwiha hat ragihandin ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî dê biçe Îzmîrê.