Komîteya Jinan a PYD'ê: Nebin alîgirê dijminê kurdan

  • 14:24 17 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Jinan a PYD`ê bi daxuyaniyekê êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û got: "Bangewaziya me ji gelê me yê Başûr re heye ku li hember van êrişan xwedî helwest bin û bê deng nemînin."
 
Komîteya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk li bajarê Qamişlo îro têkildarî êrişên dewleta tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiyan navenda PYD'ê ya li Qamişloyê hat dayîn û ji aliyê endamên Komîteya Jinan a PYD`ê Dilşa Şawîş û Ibtîsam Hisên ve bi zimanê kurdî û erebî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji 23'ê Nîsanê ve heta niha êrişên dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi dijwarî dewam dike. Dewleta Tirk ji demeke dirêj ve ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê nukteyê xwe li herêmê ava dike da ku ji destên kurdan derxîne û li ser vî esasî zêdeyî mehekê êrişên gerîla û başûrê Kurdistanê dike.
 
Dewleta Tirk di vî şerî de hemû derfetan bi kartîne mina çekên kîmewî û êrişên hewayî li ser herêmê, gel û xwezaya Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker herî dawî daristanên başûrê Kurdistanê radike û bi hemû awayan tecawiziya xaka wê dike, ev şerê ku niha tê kirin şerê tunebûna xwezaya Kurdistanê û kurda  ye.
 
Ji bo xwedî derketina li xak û xwezaya Kurdistanê, pêwîst e PDK'ê nekeve ser rêya îxanetê û li dijî xak û gelê xwe dernekeve û nebe alîgirê dijminê kurdan. 
Em bi navê jinên kurd ên li bajarê Qamişlo êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwezaya Kurdistanê û girtina nûnerên PYD şermezar dikin, ji ber ku girtina nûnerên PYD'ê li ser xaka başûrê Kurdistanê dikeve bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker.
 
Her wiha em rêgirtina li ber şandeyên ku xizmeta doza kurdî dikin jî şermezar dikin. Em wekî jinên Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê berxwedan, têkoşîn û piştgiriya gerîlayan dikin û çalakiyên wan pîroz dikin. Her wiha bangewaziya me ji gelê me yê Başûr re heye ku li hember van êrişan xwedî helwest bin û bê deng nemînin, heta dawiyê li ser piyan bin da ku ev êriş bên rawestandin û dijmin ji xaka başûrê Kurdistanê dekeve."