Huda Kaya: Serekê tetîkkêşan Wezareta Karê Hundur e

  • 13:42 17 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Huda Kaya ya HDP'yî têkildarî êrişa bi çekê ya li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê da zanîn ku berpirsê êrişê û qetilkirina Deniz Poyraz îktidar e û got:"Serekê tetîkkêşan Wezareta Karê Hundur e. Bi vê êrişê hewil didin rezîltiya xwe û têkiliyên xwe yên sûc ên navneteweyî binpaç bikin. "
 
Êrişkarê nîjadperest Onur G. bi çekê êrişî Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kir û piştî ku endama HDP'ê Deniz Poyraz qetil kir avahî da ber agir. Piştî êrişê bi sedan welatî herikîn ber avahiyê û gelek aliyan bertek nîşanî komkujiyê dan. HDP'ê ya ku têkildarî mijarê daxuyanî da da zanîn a bûye sedema êrişê îktidar e û anî ziman ên provekatoran ber bi partiyê ve dişînin Wezareta Karê Hundur e. 
 
Êrişên provakatîf ên li dijî HDP'ê demek dirêj e dewam dike. Do li Doza Kobanê de jî nîjadperestan êriş li dijî HDP'ê pêk anîn. Her wiha li dijî êrişkaran jî tu tedbîr nehat girtin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ya ku bertek nîşanî qetilkirina endama HDP'ê da da zanîn her ku têkiliyên qirêj ên dewlet-çete mafyayê derdikeve pêş êrişên li ser HDP'ê jî zêde dibin. 
 
'Serekê tetîkkêşan Wezareta Karê Hundur e'
 
Hudayê da zanîn ku ew texmîn dikin êriş ji aliyê kê ve pêk hatiye û wiha domand:"Sûcên nûnerên îktidarê her roj îfşa dibin. Em dibînin ku ew bi sûc, derew, talan û cinayetên xwe çawa di qorziyê de asê mane. Em zaten li hêviyê bûn ku ji bo rojevê biguherin ew ê tiştekî bikin. Ev ne surprîz e. Serekê tetîkkêşan Wezareta Karê Hundur e."
 
'Polîsan ji bo ewlehiya wî ew birin'
 
Hudayê da zanîn ku polîsan ji bo ewlehiya kujer ew kirine bin çavan û wiha domand:"Bila kes ranebe û nebêje êrişkar serxweş bû, dîn bû, nexweş bû. Bila henekê xwe bi aqilê civakê nekin. Ev êriş bi agahiya Wezareta Karê Hundur, dewlet û îktidarê pêk hatiye. Hûn lê nenêrin polîsan bersûc kirin bin çavan. Polîsan ji bo ewlehiya wî ew birin. Kesên ewlehiya kujeran dikin wan teşwîq dikin. Kesên niha wî teşwîq kirine wî diparêzin."
 
'Divê caba tetîkkêşan bê dayin'
 
Huda bi lêv kir ku tiştên îro hatine serê HDP'ê ew ê sibehê bê serê muxalefetê û wiha pê de çû:"Dixwazin ji ser HDP'ê muxalefetê jî biçewisînin. Muxalefet ger bixwaze muxalefetê bikin wê demê bila têkiliyên qirêj ên îktidarê deşîfre bikin. Divê hemû muxalefet caba van tetîkkêşan bidin."