HDP: Di êrişê de peyam û armanc diyar e

  • 12:58 17 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û got: "Li vir armanc û peyam diyar e. Ev provokasyon xetereyeke mezin e. Provokator Wezareta Karê Hindûrin e. Îqtîdar jî partiya me hedef nîşan daye."
 
Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê xist, wezîfedara HDP'ê Denîz Poyraz dîl girt û ew qetil kir. HDP'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îqtîdar û Wezirê Karê Hundirîn, bi mehane partiya me hedef nîşan dide. Li dijî me gelek malbatan bi rêxistin dike û dişînin li ber avahiya me. Îro di saet 10:30'an de li hemberî avahiya me ya bajêr a Îzmîrê êrişeke bi çek pêk hat. Êrişkarê ku 35-40 salî li avahiyê dema xebatkara me Denîz Poyraz tê debû gule reşand. Piştre avahiya me şewidan. Demekî mudaxaleyê êrişkar nehat kirin. Êrişkar xebatkar û rêhevala me Denîz Poyraz qetil kir. Piştî ku bûyer hat bihistin girse li ber avahiya partiya me ya navçeya Konakê kom bûn. 
 
Duh li Sincanê proveya provakosyonê kirin û îro jî êriş birin ser partiya me. Li vir armanc û peyam diyar e. Ev provokasyon xetereyeke mezin e. Provokator Wezareta Karê Hindûrin e. Îqtîdar jî partiya me hedef nîşan daye."