Li Mexmûrê koma 92'yan greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:32 17 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 92’yemîn dewir girt û çalakî 182 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Îro koma 92'yemîn çalakî dewr girt û çalakî 182 roj in didome. 
 
Merasîma dewirgirtina çalakiya greva birçîbûnê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 91’emîn Sarya Serhed axivî û got: “Em li ser navê çalakvanên greva birçîbunê xêrhatina hemû gelê xwe dikin. Armanc û daxwaza me hemûyan ew e ku em Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. Ji ber vê yekê ye ku ev berxwedanî li wargehê ev heft meh in didome, ji bo piştgirîdayîna zindanan, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin. Armanc û daxwaza me hemuyan weke Gelê Kurd û wek hemû mirovahiyê azadiya Rêber Apo ye ku bi fîzîki nava xwe de bidin jiyan kirin. Em di serî de gerîllayê azadiyê berxwedana wan ya ku di çeperan de dimeşînin ji dil û can silav dikin. Em dibêjin tucarî neynok û goşt ji hev qut nabin, em jî tu carî ji gerillayên xwe qut nabin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo’’, "Bê serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.