Ji dayikên Şirnexî bang: Mafê tu kesî tune ye kurdan bi hev bide kuştin

  • 09:05 17 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayikên Şirnexî, bertek nîşanê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê dan û ev bang kirin: "Em bang li PDK'ê dikin û dibêjin neyên listikên dewleta tirk û dibêjin mafê tu kesî tune ye kurdan bi hev bide kuştin.”
 
Dewleta tirk ji 23’yê nîsanê de êrîşî Herêma Federal a Kurdistanê dike, her wiha herî dawî jî di 5’ê hezîranê de bi balafirên bê mirov (SÎHA) êrîşê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) kir. Li hemberî operasyonên ku li dijî başûrê Kurdistanê tên kirin, ji her alî de bertek tên nîşandan. Dayikên Şirnexî jî têkildarî mijarê bertekên xwe anîn ziman. 
 
‘Barzanî destê xwe bide ser wijdanê xwe’
 
Dayê Nebiha Akay bertek nîşanê êrîşên dewleta tirk dan û got: “ PDK bila neyê lîstokên Tirkiyê. Çiyayên Kurdistanê ku bi xwîna zarokên me hatine avdan bila nefroşe. Çiyayên Kurdistanê hêlîna zarokên kurd û dayikên kurd e. Bila Mesût Barzanî destên xwe bide ser wîcdanê xwe.  Çawa xûşk û bira şerên hev bikin. Banga me ji Mesût Barzanî re ew e ku şerê hevkujiyê nede destpêkirin.  Em ji vir heta Başûrê Kurdistanê bang li Barzanî dikin; em ji çar parçeyê Kurdistanê dikin hawar û gazîn û em dibêjin em şerê hevkujiyê naxwazin. Em naxwazin xwîna kurdan bi destên hevdû bê rijandin. Dewleta tirk dijmin e, êrîş dike û karê xwe dike, lê divê Barzanî neyê lîstoka Tirkiyeyê. Em hêvî û daxwaz dikin ku vî şerî bidin sekinandin û zarokên me jiyana xwe ji dest nedin.  Em dayik azadî, aştî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin li ser maseyê bi siyasetê çareerî pêk bê.  Bi kuştinê tu tişt çareser nabe. Barzanî dê poşman bibe ji şerê ku bê destpêkirin. Mafê tu kesî tune ye ku kurdan bi kurdan bide kuştin. Li başûrê Kurdistanê tu kevir nemaye ku xwîna zarokên me li ser nerijiyaye. Êdî bes e bila bes dilê dayikan bişewite.”
 
‘Divê em bibin yek’
 
Dayê Fatma Acar jî êrîşên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha berdewam kir: “Dema em zarok bûn, em dihatin Silopiyê. Me digot texsiya mele Barzanî spî ye, tijî lawên kurdî ye û vê hêvî dida me.Niha jî em vê hêviyê ji Mestu Barzanî dikin  ku pêşiya vî şerê bigire. Feyda vî şerî ji tu kesî re tune ye. Bila Barzanî neyê lîtikên dewleta tirk. Em tev kurd in. Bila PDK hevkariyê bi Tirkiyeyê re neke. Tirkiye çawa dikare daristanên me li wê bibire. Bila Barzanî destên kurdan bigire. Divê li çar parçeyê Kurdistanê em destên xwe bidin destên heve û em bibin yek. Ew dixwazin dawiya kurdan bînin.  An em ê wek di Peymana Lozanê de winda bikin, an jî em ê azad bibin. Barzanî divê maseya çareseriyê dayne. Banga me ji kurdan re heye ku xayîntiya birayê xwe nekin. Em hêvî dikin ku aştî bê welatê me.”  
 
‘Em berxwedan gerîl silav dikin’
 
Kiymet Acar jî destnîşan kir ku Tirkiye êrîşî qadên gerîla dike, PDK jî li hemberî wê bêdeng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em berxwedana gêrîla slav dikin. Ew gêrîlayên wê derê hemû roniya çavên me ne. Parazvanê çar parçeyê Kurdistanê ne. Me Rojava û Şengal bi çavên xwe dît. Mesût Barzanî qet dilê te nayêşê. Bila pêşmerge mil bidin milên gêrîla û dijmin ji ser axa xwe derxînin.  Dema em şahadeta zarokên xwe dibihizin dilê me diêşê. Bila êdî hêstirên çavên dayikan nebarin. Ger ku Barzanî rê nedaya Tirkiyê ew ê nikaribûna biçûna Başûr. Çima rê da Tirkiye yê. Hemû darên me birîn û xweza şewitandin. Çawa jinên şengalî li bazaran hatin firotin ger ku gerîla nebe wê heman tiştî bi me jî bikin. Em îro bi saya gêrîlayan dijîn. Ger Tirkiyê li Başûr bi ser keve dê dor bê Barzanî jî. Bila Barzanî pêşiya dijmin veneke.”