Rojnameger Bêrîtan: PDK ne di ferqa metirsiya komploya mezin de ye

  • 09:03 17 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Kîbriye Evren 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku hîn partiyên Herêma Federal a Kurdistanê di ferqa metirsî an jî komploya mezin de ne û got: “Gel ji hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeran neraziye. Lê ev nerazîbûn eger veneguhere îradeyeke rêxistinkirî, wê bandoreke wê nebe.”
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê didomin. Sazî, dezgeh, rêxistin, hunermend, nivîskar û kesayetên navdar li dijî helwest û nêzikatiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) helwest nîşandan û banga yekitiyê kirin. Diyare ku encamên derkevin dê bandorê li tevahiya kurdistanî û destkeftiyên kurdan bike. Derbarê geşedanên siyasî, nêzîkatiya PDK’ê û helwesta Tirkiyeye de rojnameger Bêrîtan Zagras ji ajansa me re axivî.
 
* Di 1 û 5'ê hezîranê de SÎHA'yên ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya di bin parastina NY'ê de hat bombekirin, hat diyarkirin ku ji baregeha MÎT'ê ya li Hewlêrê rabûne. Divê mirov vê çawa şîrove bike? PDK li kî dera vê êrîşê ye?  
 
Zêdeyî 40 baregehên mezin ên leşkerî yên Tirk li başûrê Kurdistanê hene. Heya niha baregehên ku hatine çêkirin, hemû li herêma Dihok û Hewlêrê ne. Ev herdu herêm jî hem weke îdarî hem jî weke ewlekarî dibin kontrola hêzên PDK’ê de ye. PDK bi bahaneya hebûna hêzên PKK’ê li çiyayên Kurdistanê cih daye Tirkiye li Başûr bi cih bibe. Lê li navenda Hewlêrê tu baregeheke PKK’ê nîne. Lê balkêşe hem li balafirgeha Hewlêrê hem jî li Mesîfê baregehên leşkerî û îstîxbaratî yên Tirkiyeyê hene ku tu hêzeke gerîla li van herêman tuneye.
 
Beyî wan çûkek nikare bifire
 
Hebûna baregehên Tirk li Herêma Kurdistanê ji ber vê metirsîdar e. Kengê û li ku derê dilê wan bixwaze bêyî ku bi kîlometreyan ji Tirkiyeyê rabe, yekser li ser agahiyên îstîxbaratî û bi hemahengiya ‘Parastin-PDK’ dikare êrîş bike. Bêgûman êrîşa herî dawî û yên berê niha jî li hemberî Mexmûrê çêbûne, yekser vêya piştrast dikin. Tirkiye bêyî agahiya PDK’ê, Iraq û Koalîsyona Navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ’ê nikare li wargeheke penaberan bixe. Daxuyaniyên ku NY û Amerîka dan jî ji dûrûtiyê wêdetir naçin. Ji ber serweriya ezmanên Herêma Kurdistanê di destê wan de ye. Bêyî wan çûkek nikare bifire. Lê balafirên keşfê SIHA’yê yên tirk timî li ser ezmanê Mexmûr, Silêmanî, Raperîn û Hewlêrê difirin. Daxuyaniyên ku ji aliyê NY û Amerîkayê ve hatin dayîn, dûrin ji rastiyê û yekser bi erêkirina wan ev êrîş pêk hatiye.
 
Dixwazin Maxmûrê belav bikin
 
Jixwe piştî kuştina berpirsê MÎT’ê yê operasyonên li Başûr ên dijî PKK’ê Osman Kose, PDK ambargo danî ser Mexmûrê. Heya niha du welatiyên ji Mexmûrê di zindanên PDK’ê de bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. PDK zexteke mezin li gelê wargehê dike û bihêrse çima heya niha timî helwesta xwe di aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê de daye nîşan. Ji ber PDK tevî hemû polîtîkayên şerê taybet, êrîşan û îstîxbaratê nekariye wargehê ji hev belav bike, bihêrs e. Ev hêrsa PDK’ê û dijminahiya Tirkiyeyê hev digire û dixwazin bi rêya tirsandinê Mexmûrê ji hev belav bikin. Bi taybet saheya ku zarok lê dilîzin û dibistan lê hene hedef girtin, tê wê wateyê ku li xala herî lawaz a civakê dixe, ji bo îradeya wê bişikîne û wan belav bike. Lê diyare hîn jî realîteya civaka Mexmûrê ku ji herêmên herî welatparêz ên bakurê Kurdistanê Botan û Colemêrgê pêktên, baş nas nekirine. Ew li hember êrîşan û êşên mezin zêdetir li dora rêberê xwe û Tevgera Azadiya Kurdistanê kom dibin. Balkêşe her carê heman rêbazê bikartînin, hêvî dikin encameke cûda jê der bixin. Lê ev aqilê evqas ji bo şerê taybet kar dike, divê êdî vê realîteya civakê nas kiriban.
 
* Di 5'ê hezîranê de êrîşa ku li hemberî hêzên PDK'ê hat kirin a hemwext mirov divê çawa binirxîne? Herwiha di heman demê de ji meha nîsanê ve arteşa tirk êrîşî herêmên Zap, Metîna, Avaşînê ku li Herêma Federal a Kurdistanê ne dike. Ev êrîşên ku di 5'ê hezîranê de hatin kirin gelo tesaduf bûn? Ev êrîş li gorî berjewndiyên kê ne?
 
Helbet ev herdu êrîş hemwext û ji aliyê yek navendê ve hatin organîzekirin û pêkanîn. Ji ber vê jî qet tesadûf nîne. PDK li Metînayê dest bi pêleke mezin a êrîşê kir li dijî gerîla, Tirkiye jî bi balafirên xwe yên bêmirov û biçek êrîşê wargeha penaberan a Mexmûrê kir. Helbet heman balafirên Tirk ji bo tam rojeva kurdan a berxwedana li dijî dagirkeriyê biguhere, pêwîstî bi du êrîşên bi vî awayî hebû. Ji bo tam piştrast bibe vê carê êrîşa PDK’ê ya dijî gerîla encam bigire, tê gotin ku ji jor ve li wesayîta zirxî ya hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK’ê xist. Helbet hêzên PDK’ê yên çûn herêmên gerîla, bi talîmata Tirkiyeyê hatine şandin û agahiya wan jê hebû. Ji ber vê agahiya ku destpêkê di ragihandina PDK’ê de li ser mirina wan çekdarên Zêrêvaniyê belav bû rast bû. Lê paşê manevrayeke mezin kirin û bixwe nûçeya xwe derewandin.
 
Li dijî êrişan bertek hatin nîşandan
 
Sedema vê jî ev bû, rojeva kurdan a hevpar bibû dagirkeriya Tirk, medyaya kurdî hemû fokusa xwe dabû ser berxwedana gerîla ya profesyonel a dijî dagirkeriyê. Ji ber qirkirina xwezaya başûr û bakurê Kurdistanê hemû awir zivirîbûn ser rayedarên PDK’ê. Ji ber Hakan Karaçay, di hevdîtina xwe ya li gel Alîkarê Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî de gotibû, me van herêman tev ji we kiriye, çima hûn pêşî li nerazîbûnan nagirin. Ya yekemîn cara yekembû li dijî dagirkeriya Tirk li başûrê Kurdistanê ji her beşeke civakê nerazîbûn bilind dibûn û bi rojeva netewî ya parçeyên din re dibû yek. Ya duyemîn her hatiba kolandin peymanên qirêj ên PDK’ê li gel Tirkiye yên firotina axa Kurdistanê wê deşîfre bûbana. Ya sêyemîn jî Tirkiye li Avaşîn, Metîna û Zapê asê mabû, tam têkçûnek jiyan dikir û heta neçar mabû ji hinek herêmên Avaşîn paşve bikişe. PDK ji bo Tirkiye ji têkçûnê rizgar bike, xala lawaz a kurdan şerê kurd bi kurd re sor kir û xist rojevê. Ji bo awir bizivirin ser hebûna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê.
 
* Van hemû pêşketinan di çapemeniya kurd de çawa cih girtin. Bi taybetî hin sazî û dezgehên çapemeniyê bi nûçeyên ku serwîs dikin bûyerên pêk hatine manîpule dikin hûn vê çawa dinirxînin? Li gorî we rastî çi ye?
 
Em dikarin bêjin, çapemeniya PDK’ê bi êrîşa PDK’ê ya ser herêmên gerîla re tam dest bi êrîşeke pir qirêj a medyaya faşîst a tirk jî derbas dike. Ragihandineke ji hemû exlaqê rojnamevanî û ragihandinê dûr, nûçeyên wan ji aliyê yek navendê ve tên servîskirin û arastekirin derdikeve pêş. Pêşiya ku bûyer bê lêkolîn kirin û aliyên mûxatab li ser daxuyanî bidin, ragihandina PDK’ê yekser PKK’ê tawanbar dike û hewl dide di çavê gelê Başûr de bê îtîbar bike. Ragihandina PDK’ê herçend hewl dide, xelk li dijî PKK’’e sor bike jî, heya niha nekariye serkeftî bibe. Gelek dîmenên ku di qenalên wan de derketin, helwesta gel a derbarê mijarê de raxist pêş çavan. Di nûçeyên wan de hemû pîvanên pîşeyî jî di vê demê de hatine binpêkirin. Jixwe di warê netewî û mirovî de li binî daye, di mijara pîşeyî de jî li binî daye. Ji ber vê li her nûçeyeke ew belav dikin, civak bi guman lê dinêre.
 
Divê ragihandina azad bêtir rol bilîze
 
Lê rojevê manûpîle dikin û hewl didin bala civakê li ser mijarên esasî belav bikin. Bi derewên ku diavêjin holê hewl didin dezgehên din ên herêmê jî bi aliyeke şaş de araste bikin. Berê bûyera 5’ê hezîranê ku rojeva ragihandina Başûr dagirkerî û qirkirina xwezaya Kurdistanê ya Tirkiyeyêbû, niha di kuştina ew çekdarên Zêrevaniyê de asê bûye. Ji derveyî ragihandina azad a li Başûr, beşeke zêde ya ragihandinên din ên ser bi hizbên din dikevin xefkên medyaya şerê taybet a MÎT û PDK’ê. Helbet hinek dezgehên ragihandinê yên bi berpirsyar tevbigerin hene, lê ev hem kêmin hem jî xwedî îstîqrarek nîne. Ji ber vê herî zêde berpirsyarî û erk dikeve milê ragihandina azad ji bo ragihandinên din ên mûxalîf rast û bihêz agahdar bike û araste bike. Ji bo vê jî lezbûn, objektîvbûn û profesyoelî ji bo xebatê pêwîste. Di vê pêvajoyê de çawa li her qadê êrîş dijî kurdan heye û li herderê seferberî heye, pêwîstî heye ku ragihandina azad ji her demê zêdetir rola xwe bilîze û bikare rojevê rast araste bike û nekeve xefkên rojevên şerê taybet.
 
* Rêxistin, sazî û kesayetên li Herêma Kurdistanê li hemberî van pêşketinan çi helwest nîşan dan? Tu bangên wan ji PDK'ê re hene gelo?
 
Bi dîtina min hîn jî partiyên Başûr di ferqa metirsî anjî komploya mezin de ne. Bangawazî hene, lê di vê qonaxê de ji bangawaziyan zêdetir helwestên berçav pêwîstin. Ji ber PDK ne gûh dide gel ne jî dide bangên hêzên siyasî. PDK pişta xwe daye dagirkeran û hêzên derve û êrîşê hêzên li dijî dagirkeriyê li berxwe didin dike. Bangawazî di asta kesayet û partiyan de li PDK û PKK’ê tê kirin. Dibin navê bêalîbûnê de herdu wekhev destdigirin.
 
Dijminatiya li kurdan berdin
 
Lê di rastiyê de PKK li dijî dagirkeriya tirk şer dike, PDK ji bo Tirkiyeyê ji têkçûnê rizgar bike, bi cilên pêşmergeyan êrîşê gerîla dike. Li vir de divê awir li ser PDK’ê be û bi zimaneke zelal bang li PDK’ê bê kirin ku dest ji vê dijminahiya xwe ya li kurdan berde. Bi heman zimanî bang li PKK û PDK’ê kirin, bi gotineke herî sivik, “Bê însafiye”. Ji ber gerîla bi îradeyeke mezin şev û roj ji bo parastina Başûr li dijî dagirkeriyê têdikoşe.
 
Gelê kurd li benda çi ne?
 
Eger hêzêk van hemû rastiyan nexwaze bibîne û bi awayeke şermok û tirsonek bang bike, ti qîmeteke wê dê çênebe. Di vir de a girîng eve, “Gelo wê Kurd di vê qonaxa dîrokî ya çarenûssaz de bi helwestên xwe yên pratîkî PDK’ê neçar bikin were ser xeta netewî? Yan wê refên PDK’ê zelal bikin û êdî jêre nebêjin hêzeke kurd e. Kurd jî wê bi mûameleya ku li gel Tirkiyeyê dikin, li PDK’ê bikin?” Bi dîtina min heya niha jî ji derveyî PKK’ê tu helwesteke radîkal a li ser berjewendiyên netewî li dijî PDK’ê pêşneketiye, ji ber vê PDK çi bixwaze dike û kes jî hesap napirse. Herî dawî ax mabû, ax jî firot dagirkeran. Ji vêya wê detir gelo kurd li benda çine ku helwesteke rast û wijdanî li hember PDK’ê raber nakin?
 
* Herî dawî dixwazim helwesta gelên li herêmê li hemberî van geşedanan çi ye bipirsim. Gelo gel van geşedanan çawa dirnirxîne?
 
Desthilata herêmê û bi taybet jî PDK’ê li başûrê Kurdistanê rûreş û riswa bûye. Di neftê de gendelî dike, di enerjî de gendeliyê dikin, weke siyasî tu tişteke ayîdê wan nîne. Di warê ewlekariyê de jî bi temamî girêdayî hêzên derveye. Gel dizane tu xêreke vê rêveberiyê ji bo gelê Başûr nîne. Bi sedemên aboriyê heya niha gelek xwepêşandan li Başûr çêbûne û ciwan ji aliyê hêzên çekdarî yên Başûr ve hatine qetil kirin. Gel bihêrse û baweriya wan bi Tevgera Azadiyê heye. Jixwe heya niha jî nekariye, gelê Başûr îqna bike û tevlî şerekî dijî PKK’ê bike.
 
Asta hestiyariya gel ji ya partiyan gelekî zêdetire. Weke nimûne, keça pêşmergeyek berê di şerê xiyanetê de hatiye kuştin, dibêje, “Ez şanazî bi bavê xwe nakim”. Birayê yek ji wan endamê zêrevaniyê ku li Metînayê hat kuştin, di medya de dibêje, “Niha dijmin gelek kêfxweş bûye.” Hema bêje kêm zêde hemû gel wisa difikire û ji hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeran neraziye. Lê ev nerazîbûn eger veneguhere îradeyeke rêxistinkirî, wê bandoreke wê nebe. Divê ev nerazîbûnên gel bi aliyeke rast de bên arastekirin û rêxistin kirin.