Bertekên li hemberî doza Kobanê: Em ê xwedî li HDP'ê derkevin

  • 09:01 17 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Dîlan Babat - Oznur Deger
 
ENQERE - Hevserok û rêveberên HDP'ê yên Bursayê ji bo piştgriyê bidin siyasetmedarên ku di doza Kobanê de tên darizandin tevlî danişînê bûn û gotin: "Em banga xwedîderketina li HDP'ê dikin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin." 
 
Bi hinceta xwepêşdanên ji bo Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatibûn lidarxistin, derbarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 siyatmedaran doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê ku 24 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd jê tên darizandin di roja sêyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Girana Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk tê. Gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê nêz ve dişopînin.
 
'Em ê xwedî li partiya xwe derkevin' 
 
Rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Bursayê Hediye Apakan Doza Kobaneyê dişopîne. Hediye diyar kir ku li hemberî kurdan zilmek heye û got: "Em li vir xwedî doza xwe derdikevin. Tenê ji bo partiya me siyaset hatiye qedexekirin. Em ji bo piştgiriyê bidin partiya xwe hatin li vir. Em naxwazin partiya me bê girtin. Em zilma heyî qebûl nakin. Kesên ku wek wan zilmê li kurdan bike nîne, ev kes hevalên Saddam in. Saddam jî heman tiştî li hemberî kurdan pêk anî. Tiştên ku li Kobanê pêk hatî wehşet e. Îqtîdar bû hevkarê vê wehşetê. Lê hevalên me jî ji ber ku li dijî wê wehşetê derketin hatin girtin. Niha carek din dixwazin heman zilmê li me bidin jiyîn. Li dijî wan yeken divê em xwedî li partiya xwe derkevin." 
 
Dê xwedî li doza xwe derkevin 
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Yildirim a Bursayê Ceylan Yalçin, bangewaziya xwedî li derketina siyasetmedaran kir û wiha axivî: "Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven û siyasetmedarên din, divê em xwedî li wan derkevin. Em ji bo piştevaniyê hatin li vir. Ev doz ne tenê ji bo kesên ku hatine girtin, doza Gelê Kurd û Tirk e. Li hemberî Gelê Kurd zilm heye, lê divê bê zanîn jî em jî dev jî berxwedana xwe bernadin."
 
'Em li vir siyasetê dikin'
 
Rêvebera HDP'ê ya navçeya Gemlîka Bûrsayê Hatîce Ateş jî da zanîn ku li Kobanê li hemberî Gelê Kurd zilmek hebû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zilma ku li hemberî me pêk tê li tu derê nîne. Serbest nayên berdan em vê dizanin, lê em bi hatina xwe dixwazin piştgirî bidin hevalên xwe. Neheqiya ku tê kirin ne tenê li hemberî kesekî ye, li hemberî hemû siyasetmedara neheqiyek tê kirin. Ji ber di destê wan de tiştek nîne Kobanê dikin hincet û dixwazin partiya me bigirin. Tiştên ku li Kobanê hatî kirin gelo me kir? Em li vir siyasetê dikin. Çi dikin bila bikin em li vir in û dê têkoşîna me bidome. Ez bangewaziya xwedî li derketina HDP'ê dikim."
 
Hatîce di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê demildest daxwazên girtiyan bê qebûlkirin.