Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin

  • 16:14 16 Hezîran 2021
  • Rojane
QAMIŞLO - Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê li Qamişloyê meşek hat lidarxistin û di meşê de banga yekitiyê hat kirin. 
 
Ji bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Berava û Koçeratê yên kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê, bi hezaran kes daketin qadan û li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê bertek xwe anîn ziman.
 
Malbatên zarokên xwe di bombardûmanên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane jî tevlî meşê bûn. Girseya gel li ber Qeraja Dêrikê li hev civiya û heta Navenda Ciwanan a li cadeya Kornişê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Na ji birakujiyê re", "Dem dema yekîtiya neteweyî ye" û "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" vekirin. 
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star Wesfiye Mûrad li qada çalakiyê axivî û piştgiriya PDK'ê ya ji bo Tirkiyê şermezar kir û wiha got: "Armanca Tirkiyê tenê ne ew e li dijî gerîla ye, di heman demê de dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Tirkiyê hêzê ji bêdengiya saziyên navneteweyî werdigireb Ji ber vê yekê êrişên xwe dewam dike û ji bo yekîtiya neteweyî em bang li aliyên kurdî dikin."