Gûmanbarê êrîşa zayendî bi nasnameya siyasî xwe parast

  • 14:04 16 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Endamê Baskê Ciwanan ê AKP'ê H.B., yê ku ji sûcê êrîşa zayendî yê li heberî lawekî astengdar tê darizandin,  diyar kir ku derwan lê dikin û bi nasnameya siyasî parastina xwe kir. 
 
Li navçeya Licê ya Amedê di 15 rojên dawîn de li 3 zarokan êrîşa zayendî hat kirin. Li hemberî vê pêkanîna dijmirovî rayedar bêdengiya xwe didomînin. Herî dawî jî hatibû îdakirin ku li Licê Endamê Baskê Ciwanan ê AKP'ê H.B. tecawizî lawekî astengdar kiriye. Piştî ku bûyer derket holê, şêniyên herêmê li gûmanbar dabûn û li nexweşxaneyê polîsan ew girtibûn bin parastinê.
 
Herwiha li aliyekî jî hat aşkere kirin ku H.B. yê gûmanar ji aliyê qeyûmê Licê ve li gel xwediyê çayxaneya li Mala Mamosteyan A.D. wekî xebatkar jî hatiye bicihkirin. 
 
Welatiyekî ku kesê hatiye tecawizkirin nas dike û bûye şahidê hemû tişta hatiye jiyîn, ji ajansa me re axivî.
 
'Gûmanbar serbest e'
 
Şahidê ku dixwaze bûyer bê bihîstin, got ku ev hemû hefteya borî pêk hatine. Şahidê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bibêje, anî ziman ku di 15 rojên dawîn de li navçeyê li 3 zarokan êrîşa zayendî hatiye kirin. Şahidê ku got ev ten bûyerên ku aşkere bûne wiha berdewam kir, "Bûyerên ku aşkere nebûne jî hene. Edî tehamûla me ji van bûyeran re nemaye.Ger ku em li hemberî van bûyeran bêdeng bimînin dibe ku sibe heman tiş bê serê zarokên me jî. Kesê ku tecawizî wî hatiye kirin 22 salî ye lê astengdarê zîhnî ye û dema ku diaxive mirov wî wekî zarokê 3 salî dibîne. Dema ku H.B. êrîşa zayendî li zarok kirye kamerayên Mala Mamosteyan  vekirî bûne û qeyd kirine. Li gel qeydên heyeî H.B. serbest digere û nehatiye girtin."
 
'Tecawizê bi siyasetê ve girêdide'
 
Şahidê bûyerê, diyar kir ku piştî bûyer aşkere bû şêniyên navçeyê li H.B. dan û berteka xwe nîşan dan. Şahidê ku got H.B. piştî lêdanê çûye qereqolê gilî kiriye di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, " H.B. di dema giliyê xwe de gotiye,'Ciwanên HDP'yî ji ber ku ez AKP'yî me hesûdiya min dikin, ji ber vê jî li min dan û derew li min kirin'. Lê wê çima ji ber nasnameya xwe lêdan lê bê kirin? Tişta girîng jî ew e ku wê çima derewa 'tecawiz kiriye' lê bikin?  Wiha hêsan e ku mirov kesan bi tecawizê tawanbar bike?  Her kesê piştî bûyera tecawizê ev kes nas kir."
 
Şahidê ku got tecawizkar têkiliya wan bi îqtîdarê re heye axaftina xwe wiha berdewam kir, "Çima tecawizkar ji nav AKP'ê derdikevin?  Ji ber ku dizanin wê ceza li wan neyê birîn. Ger ku ev bûyer ji aliyê kesekî di nav partiyeke din de bihata kirin niha ji zû de hatibûna girtin. Lê H.B. wekî ku tu tişt nekiribe bi şertê kontrola edlî hat berdan. Çima ser bûyerên bi vî rengî digirin."
 
'Li zarok xwedî derkevin'
 
Şahidê ku got tiştên tên kirin nayên qebûlkirin wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em vê qebûl nakin. Divê kesên vî sûcî dikin bê ceza nemînin û edalet bê bicihanîn. Zarokê ku tecawizî wî hatiye kirin dibin nexweşxaneyê lê raporê nadinê. Wekî ku ev hemû ne bes bin vê carê jî H.B.diçe êrîşî dayika zarok û pîra wî dike û wan tehdît dike. Ji wan daxwaza îfadeya xwe paş ve bikişînin dike. Ez ji vir bang li hiqûqnas û komeleyên jin û zarokan dikim; Li vî zarokî xwedî derkevin û bila ser bûyerê neyê girtin. Dijberî wê ji ber zextan wê malbat giliyê xwe paş ve bikişîne. Tişta girîng jî ew e ku ev zarok berê jî du caran êrîşa zayendî lê hatiye kirin û ji ber zextan malbatê giliyê xwe paşve kişandiye. Ev zarokê ku berê jî astengdar bû niha li serê xwe dixe û digirî. Heta kengî wê çavê xwe ji êrîşa zayendî ya li zarokan re bigirin. Êdî bes e."
 
Herwiha hat ragihandin ku kesê astengdar berê jî tecawizî wî hatiye kirin, li gel ku gelek kes pê zanin jî dixwazin veşêrin û ser bûyerê bigirin.