Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê bi biryardarî didome

  • 10:45 16 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li wargeha penaberan ya Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatî destpêkirin, di roja 181’an de bi biryardarî didome.  
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 181 roj in berdewam dike. 
 
'Serkeftîn ya Gelê Kurd e'
 
Çalakiya ku hatiye dest pê kirin her roj ji aliyê gelê wargehê ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin. Li ser navê gel Gulîzar Repinî mafê axaftinê girt û di destpêka axaftina xwe de şehîdên berxwedana Avaşîn bi bîr anîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez li ser navê gelê amade çalakiya we pîroz dikim, berxwedana gerîllayên li serê çiyayên Kurdistanê silav dikim. Êriş û hovitiya dewleta Tirkiyê li ser wargeha me û zarokên me yên serê çiya şemezar dikin. Aliyên ku alîkariya wan dikin û rêya wan vedikin wan jî şemezar dikîn. Em dizanin ku ev ne êrişên yekem û ne yên dawîne, êrişên wan li hember gerîlla hertim binketine û wê di vê pêvajoyê de jî bi bin bikeve û paşde bikişin. Serkeftin ya Gelê Kurd e."
 
'Em ê çalakiya xwe bidomînin'
 
Li ser navê koma 91’emîn jî Jiyan Cengîz xêrhatina gelê wargehê kir û wiha got: "Cîhan hemû dizane ku demeke pêngavek ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye dest pê kirin, ji bo tevlîbûna vê pêngavê jî li wargeha me dest bi greva birçîbûnê hatiye kirin. Demekî dirêje ku xeber ji tendirûstiya rêberê me nayê girtin. Ji bo wê jî Gelê Kurd li zîndanan li hemû deverên cîhanê di aliyê xwe de çalakî dane dest pê kirin. Em bi biryarin, heya ku em xeberekî ji Rêber Apo ne girin, Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî azad nekin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Di dawiyê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tinim."