‘Dewlet berpirsiyariya xwe dide ser milê jinan’

  • 09:06 16 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku bi 4’emîn pakêta darazê re armanca pêşîvekirina şîdetê û bêdengkirina jinan tê kirin û wiha gotin: “Dewlet hewl dide peywira xwe bide ser milê me. Em bi qanûnên nû yên dewlet derdixin bawer nakin. Ji ber ku hewl didin zêdetir qanûnên îslamî derxin. Paşeroja şîdetê ya mêrên li meclîsê jî heye. Ji ber vê em bawer nakin.”
 
Cigirê serokomar Fuat Oktay roja sêşemê di civîna ku nûnerên koma meclîsa AKP’ê tevlî bûn, naveroka 4’emîn Pakêta Darazê ya AKP’ê amade kiriye hat diyarkirin. Pakêt di çarçoveya ‘Belgeya Stratejiya Reforma Darazê’ ya di 30’ê Gulana 2019’an de ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin, hat amadekirin. Me pakêt ji jinên Îzmîrê pirsî.
 
‘Delîla destdirêjiyê nabe’
 
Jinan destnîşan kir ku çareseriya li hemberî şîdeta li ser jinan ne mijara gotinê ye. Jina bi navê Sema Karabacak got mêr bi mantiqa ‘ez ê 3-5 salan razêm derkevim’ jinan qetil dikin û li dijî vê jî divê qanûnên bi bandor bikevin jiyanê. Semayê wiha dirêjî dayê: “Bi qanûnan dikarin pêşî li şîdet û mirinê bigirin. Pêşî li mafê parastina jinê digirin. Tespîtkirina destdirêjiyê nabe. Divê dewlet bikeve pey bûyerê û tespît bikin. Jin hem rastî tacîzê tên hem jî  hewl didin xwe ispat bikin lê divê ne wisa be. Dewlet peywirê dike ser milê jinan. Di encama qanûnan de wê tecawiz bidome û dewlet jî tiştekî nake. Qanûn mêran diparêzin. Jinan naparêzin. Jinan dikşînin nav şîdetê.”
 
‘Hewl didin qanûnên îslamî derxin’
 
Xwendekar Îlayda Betînger jî bi lêv kir ku binpêkirina mafên jinan zêde nabe rojev û ev tişt bi lêv kir: “Di mafê jinan de afirandina pirsgirêkê tê wateya di civakê de pirsgirêk diafire. Ji ber vê her tiştê derbarê jinê de civakê eleqeder dike. Zaroka 14 salî rastî tecawizê tê û şerm dike ji yekî re bêje. Tespîtkirina vê berpirsyariya dewletê ye. Di meclîsê de hejmara jinan kêm e. Mêrên di meclîsê de paşeroja wan a şîdetê heye. Ji ber vê ez bi wan bawer nakim. Ew ne kesên ku ji bo mafê mirovan têbikoşene. Kes nabêje em ji bo mafê jin, zarok, sewalan tiştekî bikin. Ji ber vê jî biryarên li wir tên girtin ne rast in. Peymana Stenbolê pêk bihata wê îro evqas jin nehatibana qetilkirin.”
 
‘Hewl didin jinan bêdeng bikin’
 
Xwendekar Ada kaya jî bertekên xwe anî ziman û wiha dirêjî dayê: “Jinê ji bûyerên tacîz û tecawizê berpirs digirin û dibêjin hûn tespît bikin. Ev pisgirêkek cidî ye. Tespîtkirina tacîzê peywira dewletê ye. Divê dewlet îfadeya mexdûr objektîf lêkolîn bike. Divê mêran mezin neke. Divê wekheviya pozîtîf hebe. Îfadekirina vê ji xwe tiştekî zehmet e. Astengiyan didin pêş vê. Ji bo vê nebêjin bêdeng dikin.”
 
‘Qanûnên wan tecawizê zêde dikin’
 
Elayê daxuyakirin ku bi qanûnên derdixin jinan nafirkirin û wisa tev digerin û got: “Bi qanûnên derdixin tecawizê zêde dikin.  Jinan naparêzin. Tiştên veşarî derdixin û jinan dikin rîskê.”
 
Ayşeyê jî destnîşan kir ku di pêvajoya ku binpêkirina mafan pir zêde dihat jiyîn de Peymana Stenbolê hatiye rakirin û wiha dawî lê anî: “Welat anîne asta ku mirov nikarin lê bijîn. Bi taybet ji bo jinan rewş bi xeter e. Yên di rewşa zor û zehmet de dimînin dîsa jin in. Ez jî rastî tacîzê têm lê ez deng dernaxim. Ji ber civak didarizîne, sûcdar dike. Lê divê jin li berxwe bidin. Ger jin li berxwe bidin ew nikarin tiştekî bikin.”