Dayikên Aştiyê bang li KDP'ê kirin: Bila navê we bi îxanetê neyê bîranîn

  • 17:04 15 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê yên di çalakiya TJA'yê de hatin gel hevdu bang li KDP'ê kirin û gotin:"Bila navê we bi îxanetê neyê bîranîn." Ayşe Surucu ya HDP'yî jî wiha got:"Madem pirsgirêka îktidarê bi kurdan re tune ye çima ewqas kurd tên kuştin? KDP'ê Roboskê ji bîr kir, Dayika Taybet ji bîr kir? Ger wan ji bîr kiribin jî yê me tê bîra me."
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Nûnertiya Kanaryayê ya HDP'ê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê bi Dayikên Aştiyê re hatin gel hevdu. Dayikên Aştiyê, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. 
 
'Tecrîdê hem li hundur hem li derve em dorpêç kiriye'
 
Aktivîsta TJA'yê Turkan Kocadag di şexsê Dayika Aştiyê Simanperi Akyildiz de Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bi bîr xist û dest bi axaftina xwe kir. Turkanê da zanîn ew ji ber pandemiyê di Roja Dayikan a Cîhanê de nehatine gel hevdu û wiha got:"Ji bo tecrîd bi dawî bibe çalakiyên grevên birçîbûnê 200 roj li dû xwe hiştin. Li Başûr jî tê xwestin şerê xwişk û biratiyê rû bide. Em dîsa îfade dikin ku em li dijî vî şerî derdikevin."
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê Guler Bugday axivî û bal kişand ser şerê qirêj a ku 40 sal in tê meşandin û got: "40 sal e kurd li hemberî şerê qirêj têdikoşe. Niha hewl didin ku hemû destkeftiyên kurdan têk bibin. Dema mijar bibe kurd hemû derdor dibin yek. Em dixwazin dawî li şer bê. Em bang li Barzanî dikin û dibêjin êdî bes e! Bila nav bi îxanetê neyê bilêvkirin. Dilê bi milyonan dayikan dişewite. Bila xwîna zarokên me nerije. Divê kurdên her parçeyên Kurdistanê baş bizane ku hemû jî axa kurdistanê ye û li ser axa kurdistanê xwîna kurdan heye." 
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Gulsum Ozturk jî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hatina li cem hev girînge û wiha bi lêv kir: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê li ser şopa Birêz Ocalan bin. Zarokên me îro di greva birçîbûnê de ne. Divê em guh bidin dengê wan."
 
Hevseroka HDP'ê ya bajêr Elîf Bulut jî da zanîn ku hêza xwe ji jinan digirin û wiha axivî: "Çi dibe bila bibe jin dê li kolanan gotinên xwe bînin ziman. Jin dê li hemberî her cureyên êrişan bêjin na. Em ê teqes pergala heyî biguherînin. Em ê bi jinan re rewşa heyî biguherînin. 
 
'Em ji bo aştiyeke bi rûmet têkoşînê didin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, got, "Pergala faşîst, li hemû qadan, li dayik û bi taybetî li dijî kurdan polîtîkayên tasfiyekirinê dide meşandin. Dayikên Aştiyê û yên Şemiyê bi rojan e têkoşîna xwe ji bo ku eqûbeta xizimên xwe bizanibin têkoşînê didin, Dayikên Aştiyê jî ji bo aştiyê têkoşînê didin û laçikên xwe yên spî diavêjin erdê. Li ber Edliyeya Riahyê jî Emîne Şenyaşar di nobeta edaletê de ye. Ev rewş jî nîşanî me dide ku li vî welatî edalet tune ye. Em bi têkoşîna dyikan bawer in û em ê li gel wan cih bigirin. Dayik ji bo aştiyeke bi rûmet têkoşînê didin û em ê bi hev re vê têkoşînê mezin bikin."
 
'PDK'ê Roboskê ji bîr kir?'
 
Ayşe diyar kir ku îqtîdara AKP -MHP'ê dixwzin başûrê Kurdistanê dagir bikin û bang li rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê kir ku dest ji şerê hevkujiyê berdin. Ayşe wiha berdewam kir: "Destûrê nedin şerê hevkujiyê.  Ji be wêdetir tu xwediyên me tune ne. Em şerê hevkujiyê qebûl nakin. Mijar ne PKK'ye mesele Kurd in û bila PDK vê bibîne. Ger ku tu pirsgirêka îqtîdarê bi kurdan re tune ye, wê demê çima li welêt evqas kurd tên kuştin. Gelo PDK'ê Roboskê û Dayê Taybet ji bîr kirin. Ger ku ji bîr kirin em ji vir bi bîra wan tînin."
 
Ayşe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û wiha bi dawî kir: "Tirkiye li gorî qanûna xwe ya bingehîn jî tevnagere. Girtî bi daxwaza rakirina tecrîdê di grevê de ne. Rakirina tecrîdê têrê nake divê Abudullah Ocalan azad bibe. Em ji bo birêz Ocalan azadiyê dixwazin."
 
Qurnefîl berdan Golê
 
Dayik û TJA'yiyên ku piştî çalakiya li peravê Gola Kuçukçekmeceyê meşiyan ji bo Ocalan qurnefîl avêtin golê. 
 
 Çalakî bi dirûşma "Bijî aştî" bi dawî bû.