Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin

  • 14:31 15 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî bi armanca biçin Îmraliyê û bi muvekkîlên xwe re hevdîtin bikin dîsa serî li dozgeriyê dan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta Ocalan di sala 2009'an de parastina bi navê "Nexşerê" ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'yê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê qedexeya parêzeran li Ocalan birîbû. Li gel cezayê qedexeya parêzeran di 23'yê Adarê de bi dawî bû jî dîsa parêzer nikarin biçin Îmraliyê.
 
Ligel ku di 23'yê Adarê de qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû jî, destûr nayê dayin ku parêzerên wî biçin hevdîtinê. Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di navbera 2-22'ê Gulan, 12-18'ê Heziran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê. 
  
Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tenê 2 caran bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Abdullah Ocalan cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'an de tenê 20 deqîqeyan bi telefonê axivî. Herî dawî li ser îdiayên medya înternetê belav bûn, piştî berteka civakê ya zêde di 25'ê Adara 2021'an de li Edliyeya Rihayê tenê 4.5 deqîqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Vê cara dawî jî telefon qut kirin û carek din destûr nedan ku Ocalan bi telefonê biaxive û hevdîtina telefonê di nivî de birî bûn.